​​​​​​​Navenda Onkolojiyê dermanan bê pere dide nexweşan

Navenda Onkolojiyê a Nexweşxaneya Reqayê heta niha derman bê pere dane 8 nexweşan. Bi vekirina navendê re barê lêçûn û zehmetiya rêwîtiya ber bi bajarên din ên Sûriyeyê li ser nexweşên pençeşêrê sivik bûye.

​​​​​​​Navenda Onkolojiyê dermanan bê pere dide nexweşan
​​​​​​​Navenda Onkolojiyê dermanan bê pere dide nexweşan
​​​​​​​Navenda Onkolojiyê dermanan bê pere dide nexweşan
​​​​​​​Navenda Onkolojiyê dermanan bê pere dide nexweşan
​​​​​​​Navenda Onkolojiyê dermanan bê pere dide nexweşan
30 tîrmeh, 2023   03:38
REQA-ENES MIHEMED

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê 12`ê Tîrmehê Navenda Onkolojiyê li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê vekir. Ev cara yekemîn e navendeke bi vî rengî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê vekirin.

Li navendê 24 kadroyên tenduristiyê kar dikin. Kadroyên vê navendê hewl didin barên dermankirinê li ser nexweşan û malbatên wan sivik bikin û derman bê pere bidin wan.

/kr/uploads/files/2023/07/29/194802_-1.webp

Li gorî berpisa Navenda Onkolojiyê Ahîn Mihemed, ji dema ku navend hatiye vekirin, zêdetirî 130 nexweşên ji seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serlêdan kiriye.

Li navendê teşxîskirina nexweşiyê, kontrol, test û derman bê pere tên pêşkêşkirin.

Di navendê de nivîsgeha koordînekirinê ji bo dermankirinê bi komele û rêxistinên mirovî re dikeve peywendiyê.

Li gorî berpirsa navendê 8 cureyên dermanên kîmyewî; Methotrexate, Cislin, Cytarabine, Romacin, Etoposide û hinekên din tên pêşkêşkirin û hewl tê dayîn ku hin cureyên din jî peyda bikin.

Ahîn Mihemed da zanîn ku wan heta niha dermanên kîmyewî dane 8 nexweşên pençeşêrê yên ji bajarên Reqa, Minbic û Dêrazorê.

/kr/uploads/files/2023/07/29/194830_-1.webp

Hind Mihemed (50) ku ji sala 2018`an de bi nexweşiya penceşêrê ketiye, ji bo dermankirinê diçû bajarê Hemayê. Hind ji ber zehmetî û lêçûnên zêde yên rêwîtiyê gelek zehmetî dikişandin, lê belê niha berê xwe daye Navenda Onkolojiyê ya li Reqayê.

Hind dibêje: “Beşa Onkolojiyê dê barê min sivik bike û ez ê bê pere werim dermankirin.”

/kr/uploads/files/2023/07/29/194818_-1.webp

Ebdulkafî El Ehmed (80) ê ji gundê Meyselûm ê Reqayê jî beriya çend rojan cara yekê li navedê hat dermankirin. El Ehmed anî ziman ku bi vekirina navendê re ew ji zehmetiyên rêwîtiya ber bi Şamê ve xilas bûye û êdî li Reqayê bê pere tê dermankirin.

Navend ji bilî roja înê hemû rojan vekirî ye. Bijîşkê onkolojiyê ji yekşem heta pêncşemê li ser kar e, roja şemiyê jî tenê test ji nexweşxan re tên çêkirin û navên wan tên qeydkirin.

(c)

ANHA