'Ji bo peymana Lozanê şoreşa 19'ê Tîrmehê bersiv bû'

Partiya Yekîtiya Demokratîk  bi xwepêşandanekê Peymana Lozanê şermezar kir û diyar kir ku ew ê li dijî hêzên ku sînor xistine navbera Kurdan tê bikoşin.

24 tîrmeh, 2023   18:09
ŞEHBA

Salvegera 100`emîn a Peymana Lozanê (24'ê Tîrmeha 1923) ye ku çarenûsa herêmê guherand û Kurdistan kir çar parçe. Di sedsaliya vê peymana qirker û înkarker de li kantona Şehbayê ji hêla Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve xwepêşandanek hate lidarxistin.

Xwepêşandan bi dirûşmeya “Pêkanîna Neteweya Demokratîk têkbirina Lozanê ye” xwepêşandan ji ber nexweşxaneya Avrîn bi beşdariya bi hezaran xelkê herêmê dest pê kir.

Beşdaran pankertên; “Na ji Peymana Lozanê re”, " Şikandina peymana lozanê,avakirina Netew Demokratîk e" hildan û dirûşmeyên “Bimire komployên navneteweyî” , “Bimire xiyanet” , “Azadî ji bo Rêbertî” berz kirin.

Xwepêşandan li kampa Berxwedan rawestîn. Piştî rêzgirtinê, bi navê PYD'ê şaxê herêma Efrîn û Şehbayê Menan Silêmen axivî. Silêmen, Peymana Lozanê şermezar kir û got: “Na ji Lozanek nû re, na ji komploya navneteweyî re, na ji ji nû ve parçekirina Kurdistanê re.”

Silêmen, destnîşan kir ku sedesal li ser peyamam Lozanê re derbas bû û wiha got:"Ev peyman di  navbera dewleta Tirk û kurdên xayîn û dewletên di Şerê Cîhanê ya Yekemîn de bi ser ketine. Dewletên vê peymanê bêbextiyek pir mezin li ser kurdan kirin û hîna dikin."

Silêman diyar kir ku divê deskeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê jî bên parastin da ku gelê kurd bikare peyama lozanê têk bibe.

Silêmen di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tevahî pêkhateyên ku di hundir Şehbayê ne bi saya fikrê azad ê Rêber Abdullah Ocalan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi aştî dijîn û got: “Erka her ferdekî ye ku li dijî hêzên bi rêya Lozanê sînor xistin navbera Kurdan, tê bikoşe. Dem hatiye ku Lozaneke nû ji bo serkeftina gelê Kurd li dijî zordestan bê nivîsandin.”

Endama Meclisa Malbata Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Ferîd Yeqûb axivî û wiha got îro ji bo gelê Kurd rojeke reş e û wiha dom kir: “Dewletên Navneteweyî li dijî daxwaza rizgariyê ya Kurdan sekiniye. Mixabin, xayînên ku heta roja me ya îro jî wekî xençerekî di kêleka me de ne, alîkarî da wan. Armanca Lozanê qirkirina me bû, lê bi bin ket. Lewma, em rojane li pêşiya çavên cîhanê bi komkujiyan re rû bi rû dimînin."

Yawûb di dawiyê de wiha anî ziman: " Şerê dijî me tê kirin, şerekî çandî, şaristanî, dîrokî ye. Ew bi hemû rêbazan hewl didin dîroka Kurdan reş bikin. Lê belê bi pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re planên wan hatin pûçkirin. Şoreşgerên vê tevgerê xwe feda kirin û carek din Kurd vejandin.”

Mitîng bi dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.

(zş-şx)

ANHA