Civîna yekemîn a Al El Beyt li Tebqayê li dar ket

Komîteya Hevgirtina Al El Beyt a Tebqayê piştî Konferansa 1'emîn a Al Bey ku di 3'yê Hezîranê de li dar ketiye, civîna xwe ya yekemîn li dar xist.

Civîna yekemîn a Al El Beyt li Tebqayê li dar ket
24 tîrmeh, 2023   19:18
TEBQA

Endamên saziya olî ya Tebqayê, nûnerên Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li civînê bûn.

Di civînê de serokê Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêx Sînan E d Saydoş axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Dûre dîwanek ji bo birêvebirina civînê hat diyarkirin ku ji şêx Ednan El Ilêwî, Mihemed El Rawî, Îbrahîm El Nasir, Sînan Saydoş û endama rêveberiya saziya olî Diyaa El Miqdad pêk hat.

/ar/uploads/files/2023/07/24/173802_anaqad-alajtmaa-alawl-lrabth-al-albyt-fy-altbqh-ltshkyl-mjlsh-almulf-mn-13-adhwh-28529.webp

Di destpêka civînê de, şêx Saydoş axivî û behsa pirsgirêkên di dîroka îslamê de derketine kir û got: "Lidarketina Konferansa Yekemîn a Hevgirtina Al El Beyt di 3'yê Hezîranê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê ye û xurtkirina tevna nîştimanî û olî û hevgirtina tevahî pêkhate û olan e."

Saydoş destnîşan kir ku di konferasê de 71 endam hatin hilbijartin da ku erkên xwe di hevgirtinê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk bînin.

Saydoş wiha domand: "Îro em di civîna xwe de dê 13 endaman hilbijêrin da ku erkên hevgirtinê şaxê Tebqayê bînin cih.

Piştre civîn girtî berdewam kir.Di civînê de 13 endam ji bo avakirina komîteyên; têkiliyên giştî, dîplomasî, siyasî û şopandina kar û xebatên hevgirtinê hatin hilbijartin.

Piştî vê civînê, dê civînên din li ser herêmê werin lidarxistin ji bo ku meclis bên avakirin. Piştî bidawîbûna civînan dê Meclisa Şura ya Hevgirtina Al El Beyt ku ji 27 endaman ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin.

(şx)

ANHA