Artêşa Urdunê balafireke bêmirov a bi narkotîkê barkirî xist xwarê

Artêşa Urdunê ragihand ku wê blafireke bêmirov a bi narkotîkê barkirî û ji Sûriyeyê hatiye, li sînorên bakur xistiye xwarê.

Artêşa Urdunê balafireke bêmirov a bi narkotîkê barkirî xist xwarê
24 tîrmeh, 2023   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Çavkaniyekî leşkirî ku berpirsê fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Urdunê ye eşkere kir hêzên pesdarên sînor bi koordîneya saziyê ewlehiya leşkerî û Rêveberiya Têkoşîna Narkotîkê hewldaneke derbaskirina narkotîkê ji aliyê Sûriyeyê ve bi rêya balafireke bêmirov xistiye xwarê.

Her wiha diyar kir ku piştre diyar bû ku balafir bi 2 kîlogram krîstal barkirî ye

(şx)