Li Zaxo erebeyek teqiya

Li Zaxo ya li sînorê parêzgeha Dihokê wesayîtek ji cûrê pîkabê teqiya û agir pê ket. Li gorî agahiyên Rojnewsê, wesayîta teqiyayî ya Berpirsê Berê yê Parastina PDK’ê Mihemed Mîrza Sindî ye û tê de şewitiye.

Li Zaxo erebeyek teqiya
23 tîrmeh, 2023   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, ji beriya demeke kurt li nêzîkî koleja leşkerî ya li nav Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê wesayîtek ji curê pîkabê teqiya û agir pê ket.

Heta niha tu agahiyên fermî der barê sedem û zerer û ziyanên canî yên buyerê de nehatine eşkerekirin.

Lê li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, wesayîta teqiyayî ya Berpirsê Berê yê Parastina PDK’ê Mihemed Mîrza Sindî ye û tê de şewitiye.