Li dijî cezakirina Şêrwanî li Silêmaniyê çalakî

Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî cezakirina Şêrwan Şêrwanî ji aliyê dadgeha PDK’ê ve, li Baxê Giştî yê li bajarê Silêmaniyê, çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.

Li dijî cezakirina Şêrwanî li Silêmaniyê çalakî
23 tîrmeh, 2023   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî cezakirina Şêrwan Şêrwanî ji aliyê dadgeha PDK’ê ve, nerazîbûn û çalakiyên welatiyan her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de di danê êvarî de li Baxê Giştî yê li bajarê Silêmaniyê, çalakiyek girseyî bi beşdarbûna partiyên siyasî, nivîskar û rojnamevanan hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li dijî Mesrûr Barzanî û desthilatdarên malbata Barzanî, dirûşme û wêneyên Şêrwan Şêrwanî hatin bilindkirin. Her wiha ji aliyê çalakvanan ve daxuyaniyek a çepemeniyê hate dayîn.

Li ser navê girseyê ji aliyê Şalaw Serkeft ve daxuyanî hate dayîn û wiha hate ragihandin: “Piştî 3 salan girtina Şêrwan Şêrwanî, bi neheqî di 20’ê vê mehê de carek din 4 sal cezayê girtîgehê bi biryara partiya malbatê, bi ser de hate dayîn. Em pirs dikin ku ev zilm û zordarî ji bo çi ye, çima dadgeh bûye qamçiyê çewisandin û zindanîkirina azadîxwazan. Her dema ku çalakvanek bixwaze ji bo mafê azadiya xwe têkoşîn bike, ji aliyê desthilatdaran ve bi tometa sîxûrtiyê tên sucdarkirin. Di heman de li aliyê din her roj desthilatdarên Herêmê, xiyanetê dikin û pê serbilind in.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku saziyên herêmê rewatiya xwe ji dest dane û wiha hate gotin: “Di encama zilma desthilatdarên Herêmê de, Dadgeha Federal a Iraqê hemû desthilatên wan ji holê rakirin. Ji ber ku ev desthilat ji aliyê kesek ê malbatî ve tê rêvebirin ku her tiştê ne rewa pêk anîne. Bêdengiya gel ji berê de bûye parçeyek ji vê kampanyaya zilmê. Divê gelê Kurdistanê piştgirî û hemaheng bin û kesên pêşeng di bin zilma hov a desthilatan de nehêlin."