Rojevên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan tevlêbûna Erebistana Siûdî ya lûtkeya Koma BRICS`ê, geşedanên li Îsraîlê, sedsaliya Peymana Lozanê û civîna Urdin-hikumeta Şamê.

Rojevên rojnameyên erebî yên îro
24 tîrmeh, 2023   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî hewldanên Erebistana Siûdî yên tevlêbûna lûtkeya Koma BRICS`ê nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de cih da şîroveyên aborînasan ên “Tevlîbûna Siûdiyê wekî çavdêr di civîna Koma BRICS`ê ya di Tebaxê de, dê derfertê bide wê ku beşdarî hin aktîvîteyên wê koma aboriyê bibe, têkiliyên xwe yên aborî û bazirganiyê xurt bike, helwesta xwe ya piştgiriya îstiqrara aboriya cîhanî û rêvebirina têkiliyên xwe yên aborî bi zanabûn û hevsengî, zelal bike”.

REWŞA HUNDIRÎN A ÎSRAÎLÊ

Rojnameya El Quds El Erebî jî der barê rewşa hundirîn a Îsraîlê bi sernavê “Li Îsraîlê astengiyên hundirîn û derve” nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku tu carî mîna niha aloziyên li pey hev û hemwext û parçebûnên kûr derneketine. Di nûeçyê de hat diyarkirin ku metisiyên derketina şerê navxweyî li hundir zêdetir bûne û gihîştine wê astê ku pergala hikumê wekî dîktatorî were binavkirin û xizmeta leşkeriyê bê redkirin. Li gorî rojnameyê, Îsraîl aloziyeke rasteqînî bi rêveberiya Joe Biden re jiyan dike.

SEDSALIYA PEYMANA LOZANÊ

Rojnameya El Mecele jî têkildarî Peymana Lozanê bi sernavê “Peymana Lozanê piştî 100 salî..encamên bi êş û mayînde” nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de hat gotin ku encamên Peymana Loznê ku 24`ê Tîrmeha 1923`yan di navbera Tirkiye û hevalbendan de hatî îmzekirin, hîna jî li Tirkiyeyê dewam dikin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku bi Peymana Lozanê Komara Tirkiyeyê ya nû bi destê Mistefa Kemal Ataturk hat avakirin û sînorên nû ji bo wê hatin diyarkirin, lê belê guhertin û bazariyên cografîkî yên bûne sedema nakokiyên dewlet û gelan jî derketine.

CIVÎNA URDIN-ŞAMÊ

Tora El Hurra jî bal kişand ser rewşa Sûriyê û destnîşan kir ku duh (23`yê Tîrmehê) ji bo nîqaşkirina têkoşîna dijî bazirganiya hişbirê ya bi rêya sînorê hevbeş ên Sûriye Urdinê, di navbera fermandarên artêşê û ewlehiyê yên Urdinê û hikumeta Şamê de civînek hatiye lidarxistin. El Hurra sedema alozî û tevliheviya ku li ser sînor rû dane, spart hêzên alîgirên Îranê yên li Sûriyeyê.

Li gorî El Hurra, di civîna ku di Gulanê de li Emanê çêbûye de ji bo rakirina dorpêça li ser Sûriyeyê, hikumeta Şamê soz dabû welatên derdorê ku ew ê li hemberî bazirganiya hişbirê tevkariyê bike û civîna hikumeta Şamê û Urdinê jî di vê çarçoveyê de pêk hatiye.

(bb,c)