Careke din ‘cezayê dîsîplînê’ dan Rêber Ocalan

Hate zanîn ku careke din li Rêber Abdullah Ocalan ‘cezayê dîsîplînê’ hatiye birîn.

Careke din ‘cezayê dîsîplînê’ dan Rêber Ocalan
22 tîrmeh, 2023   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10’ê Tîrmehê de malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê de, ji bo hevdîtinê serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bursayê ya dewleta Tirk dabû.

Hakîmtiyê di 18'ê Tîrmehê de serlêdan red kir û got li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ‘cezayekî dîsîplînê’ yê nû hatiye birîn.

Hakîmtiyê biryara di 19'ê Tîrmehê de ji parêzeran re ragihand lê agahî neda ka ‘cezayê dîsîplînê’ kengê û bi kîjan hincetê hatiye dayîn.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê wergirtin.