YPJ: Hevrêya me Nejbîr Zagros şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ragihand ku şervana wan Jaklîn Ehmed (Nejbîr Zagros) ku di nava Yekîneyên Antîterorê de cih digirt, 5`ê Tîrmehê di encama qezayekê de şehîd bûye.

YPJ: Hevrêya me Nejbîr Zagros şehîd bû
22 tîrmeh 2023   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Bi bilindbûn û mezinbûna şoreşa Rojava re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di jin û ciwanan de rihê parastina nirxên şoreşê gihaştiye lûtkeyê. Bi hezaran jin û ciwan bi vê armancê berê xwe didin nava refên azadiyê û dibin hêza esasî ya parastina şoreşa jin a Rojava.

Hevrêya me Jaklîn Ehmed bi nasnav Nejbîr Zagros ji bajarê Kobaniya berxweder. Berxwedana dîrokî ya Kobanê bi xwe re nesleke ku xwedî li nirxên azadiyê derdikeve afirand. Hevala me Nejbîr yek ji wan jinên ciwane ku hebûn û nasnameya xwe ye neteweyî bi tekoşîna dîrokî a Kobanê re nas dike û di sala 2020’an de tev li nava refên azadiyê dibe.

Hevrê Nejbîr di temênê xwe yê ciwan de xwedî zanebûneye bilind a azadiyê bû. Ji ber wê jî her tim di nava lêgerînê dabû, ji bo li hemberî hemû êrişên li ser gel û welatê xwe têkoşînê bike, xwedî lêhûrbûneke kûr bû. Hevrê Nejbîr di demeke pir kurt de kesayeta xwe li ser esasê pîvanên jiyana azad bi rêxistin kir û wek jineke ciwan cihê xwe di nava yekîneyên me de girt. Li ser vê bingehê jî hem di warê leşkerî hem di warê birdozî de xwe bi pêş xist. Piştî demekê bi lêhûrbûneke kûrtir ji bo li  hemberî her curê êrişên terorî têkoşîna xwe bilind bike, cihê xwe di nava Yekîneyên Antîterorê (YAT) de girt.

Hevrêya Nejbîr Zagros di 5’ê Tîrmehê de dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de gihaşt asta şehadetê. Em di serî de malbata hevrêya xwe ya hêja Nejbîr Zagros û tevahî gelê xwe welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em ê her dem têkoşîna xwe ye ji bo avakirina ferdeke azad û civakeke azad bidomînin.”

(c)