Li Efrînê çete pev ketin: kuştî û birîndar çêbûn

Li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî di navbera çeteyên “Ehrar El Şam” û çeteyên “El Emşat” de şer derket. Di şer de ji herdu aliyan û ji sivîlan kuştî û birîndar çêbûn.

Li Efrînê çete pev ketin: kuştî û birîndar çêbûn
20 tîrmeh, 2023   08:55
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, duh êvarê li Çarexerêya Kawa ya li navenda bajarê Efrînê di navbera çeteyên “Ehrar El Şam” û çeteyên “Sultan Suleyman Şah” ên Tirkmen ku wekî “El Emşat” tên nasîn şer derketiye û belavî Çarxerêya El Qeban bûye.

Li gorî agahiyan, di şer de ji herdu ailyan û ji sivîlan kuştî û birîndar çêbûne û rakirine Nexweşxaneya Efrînê.

Hat ragihandin ku çend saet piştî şerên dijwar, çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra berê)” destwerdan kiriye û serweriya xwe li cihên giştî û taxên bajêr ferz kiriye.

Tê destnîşankirin ku li Efrînê rewşa xirab a ewlehiyê, tevlîhevî û şerê komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker dewam dike. Li aliyê din sûcên qetilkirin, revandin, dizî û şelandin jî didomin.

(c)

ANHA