​​​​​​​Leyla Zîafer hate girtin

Dewleta Îranê parêzvana mafên mirovan Leyla Zîafer ji ber piştgiriya wê ya ji ‘Serhildana Jin Jiyan Azadî’ re, girt.

​​​​​​​Leyla Zîafer hate girtin
20 tîrmeh, 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzvana mafên mirovan û perwerdekara îranî Leyla Zîafer piştî parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hat girtin. Polîsên Îranê avêt ser mala xwişka wê û dest danî ser amûrên teknîk ên Leyla Zîafer.

Leyla Zîafer peyamek parve kiribû ku wek hinceta girtina wê tê dîtin. Peyam wiha ye: "Em nikarin ji rêya ku ketine, paşve vegerin. Ji bo rakirina vê xwe nixamtin û dîlgirtinê me şehîd dane, em ê nehêlin xwîna şehîdên me li erdê bimîne.”

Di 16’ê Îlona 2022’yan de Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê di encama îşkenceya “Polîsên Exlaq” de hatibû qetilkirin. Piştî vê bûyerê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan û bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” serhildanê dest pê kiribû û çalakî hê jî dewam dikin.

Dewleta Îranê bi girtin, cezakirin, kuştin, darvekirin û jehrîkirina xwendekarên keç, hewl dide berxwedanê bitepisîne.