Bîlançoya qurbaniyên şewata li Amûdê bû 4 kes

Bîlançoya qurbaniyên şewata li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo derket 4 kesan.

Bîlançoya qurbaniyên şewata li Amûdê bû 4 kes
Bîlançoya qurbaniyên şewata li Amûdê bû 4 kes
Bîlançoya qurbaniyên şewata li Amûdê bû 4 kes
Bîlançoya qurbaniyên şewata li Amûdê bû 4 kes
20 tîrmeh, 2023   10:30
QAMIŞLO

Duh li mala welatiyê bi navê Abid Şemşolî ya li rojhilatê navçeya Amûdê şewat derketibû. Di encama şewatê de 2 neviyên Abid Şemşolî; Fehîm Şemşolî (12) û Mihemed Şemşolî (5) di cih de jiyana xwe ji dest dabû.

Di saetên derengiya şevê de jî bavê her du zarokan Hisên Şemşolî (40) û bapîrê wan Abid Şemşolî (70) ku bi giranî birîndar bûbûn, dema ku Heyva Sor a Kurd ew radikirin navendên dermankirinê, jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê bîlançoya qurbaniyên vê felaketê derket 4 kesan.

Şewat derdora saet 21:00`an ji ber teqîna depoyê sotemeniyê derketibû û ji bilî ziyanên canî di malê û malên derdorê de jî zirarên mezin ên madî çêbûn. Erebeya malbatê ya ku bi sebzeyan dagirtîbû jî şewitî.

Li gorî şahidan, şewatê malbat dorpêç kiriye û cîranan ji bo rizgarkirina malbatê kunek di dîwar de vekiriye. Di encamê de tenê 2 zarokên malbatê Fehid û Silava, dayik û meta wan ku ew jî li mala wan bûn, hatin xilaskirin.

Zarokê malbatê Fehid Şemşolî ji nûçegihanê me re detayên bûyerê wiha vegotin: “Bavê min û birayên min tevî bapîrê min li hewşa malê mazot ji depoyê dadigirt, ji bo ku erebeya me tijî bikin. Em di hundir de bûn. Gurmînek hat, em derketin, min dît şewat çêbûye. Bavê min û yên din gişt şewitîn. Min nekarî birayê xwe derxim, ji me re dîwar xira kirin û em filitîn.”

(c)

ANHA