Rojnameyên erebî: Erdogan di navbera Rûsya û Rojava de heyirî ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da serdana Erdogan a li welatên Kendavê, nakokiyên Rûsya-Tirkiyeyê, têkiliyên Tirkiyeyê-welatên rojavayî û şerê li Ukraynayê.

Rojnameyên erebî: Erdogan di navbera Rûsya û Rojava de heyirî ye
20 tîrmeh, 2023   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdana serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li welatên Kendavê di çapemeniya erebî de rojeveke sereke ye.

Rojnameya El Ereb der barê mijarê de bi sernavê “Erdogan ji bo rizgarkirina aboriya welatê xwe ya têkçûyî dev ji dirûşman berdide” nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku başbûna têkiliyên Îmarat û Tirkiyeyê û serdanên serokên her du dewletan, şenseke nû daye Erdogan, ji bo ku tiştê di pêvajoya dirûşman û hemleyên li dijî dewletên herêmê de ji dest dane, vegerîne. Di nûçeyê de hat gotin piştgiriya Qeterê ji bo Erdogan nikare aboriya têkçûyî ya welatê wî rizgar bike.

TÊKILIYÊN TIRKIYE-RÛSYAYÊ Û YÊN TIRKIYE-ROJAVA

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der barê têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê de bi sernavê “Tirkiye di navbera Rûsya û Rojava de heyirî ye” nûçeyek belav kir.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da nirxandinên şîrovekar û nivîskarê rûsî Reslan Sileymanov ên “Moskov niha nikare têkiliyên xwe bi Enqereyê re xirab bike. Enqere jî vî tiştî naxwaze, ji ber ku ji rola navbeynkarê di navbera Rûsya û hêzên rojavayî de sûdê werdigire. Meyla Erdogan bi aliyê Rojava ve ji ber faktorên hundirîn e, di serî de jî aloziya kûr ku sermayeya biyanî (rojavayî) lê ferz dike.”

BANDORA ŞERÊ UKRAYNAYÊ LI SER RÛSYAYÊ

Malpera Independent Erebiye jî cih da şerê li Ukraynayê û di nûçeya xwe de destnîşan kir ku êrişa dijber a Ukraynayê li ser Pira Qirimê peyameke wiha dide gelê Rûsyayê ku şer ne tenê li ser axeke biyanî ye. Di nûçeyê de hat gotin ku Rûsya vê dawiyê li qada şer a Ukraynayê di bin zextê de ye, ev yek jî moralê dide artêşa Ukraynayê.

(c)