Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Silêmanî û Mexmûrê hat pîrozkirin

Li bajarê Silêmaniyê û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê salvegera 11'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi coş hat pîrozkirin.

Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Silêmanî û Mexmûrê hat pîrozkirin
19 tîrmeh, 2023   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Silêmaniyê bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava, bi beşdarbûna gelek welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyek hat li darxistin .

Pîrozbahî bi dirûşma ‘Bi Ruhê 19’yê Tîrmehê em ê Rêber Apo azad bikin û civaka demokratîk mîsoger bikin’, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Şoreşa Rojava û hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û sîrûda neteweyî Ey Reqîb dest pê kir. Piştre bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê  11 mûm hatin pêxistin.

Piştre li ser girîngiya salvegera Şoreşa Rojava, nûera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Herêma Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd axivî. Evîn Siwêd di destpêka axaftina xwe de salvgera şoreşê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî gelê Kurd, jinan, Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz kir.

Evîn Siwêd di dewama axaftina xwe de wiha got; “Îro 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava ye ku ji bo gelê Kurd, gelên Sûriyeyê û cîhanê bûye cihê hêviya pêkvejiyan, wekhevî û demokrasiyê. Ev 11 sal in Şoreşa Rojava li dijî her cûre êrişên dagirkeriyê û konseptên li dijî Rojava têdikoşe. Ji ber ku Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên bindest û di bin zilmê de mîrasek û hêviyek jênevegere.”

Evîn Siwêd da zanîn ku Şoreşa Rojava berhemê têkoşîn û berxweda Rêber Abdullah Ocalan û hemû têkoşerên ku li ser fikir û felsefeya wî têdikoşin e û wiha pêde çû; “Şoreşa Rojava, şoreşeke navneteweyî ye. Ji ber ku gelek şoreşgerên enternasyonalist bi ruhek yê şoreşgeriya navneteweyî hatin, tevlî şerê Rojava yê li dijî dagirkeriyê bûn û bi dehan ji wan şoreşgerên enternasyonalist şehîd bûn.”

Evîn Siwêd bal kişand ser rola jinê di Şoreşa Rojava de jî û wiha got; “Yek ji taybetmendiyên herî navdar û diyar yên Şoreşa Rojava ew e ku, di asta navneteweyî û cîhanê de weke şoreşa jinê tê naskirine. Ji ber Şoreşa Rojava li ser bingehê azadiya jinê, pêkvejiyana azad hatiye avakirin. Ev jî şoreşa Rojava ji şoreşên din cuda dike.

Li ser navê Eniya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê Erdelan Fatîh bi boneya salvegera Şoreşa Rojava peyama eniyê xwend. Di peyamê de salvegera Şoreşa Rojava, li gelê Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevayî gelê Kurd û gelên azadîxwaz yên cîhanê hate pîrozkirin û bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava, hewildanên hêzên tarî, çeteyên girêdayî dagikeran yên tunekirina şoreşê.

Piştî xwendina peyamê, li ber stranên hunermend Hamno, Ferman Hewramî, Julya û cûr bi cûr dahol û zirnayê, beşdarvanên ahengê govendin.

Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Şoreşa Rojava’, ‘Bijî YPJ û YPG’ bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê şahiyek hat lidarixistin.

Pîrozbahî li Parka Şehîd Aryen Cûdî, bi tevlîbûna sedan welatiyan hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û 11’emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî cangoriyên azadiyê, gelê Rojavayê Kurdistanê û li gelê Kurd  pîroz kir.

Fîlîz Bûdak diyar kir di Şoreşa Rojava ku weke şoreşa jinê tê binavkirin de, bi deh hezaran şehîd hatin dayîn û bi deh hezaran jî gaziyên şoreşe çêbûn û wiha dewam kir; “Em bejna xwe li ber têkoşîna wan de ditewînin. Ew hebûn û sedema jiyana me ne. Raste di serkeftinan de bedel tê dayîn, em Kurd jî her tim canê xwe feda dikin. Ji bo welatê xwe em canê xwe didin. Bi van şoreşan me li cîhanê daye nîşandan ku Kurd hene û têkoşîn dikin.''

Fîlîz Bûdak da zanîn ku îro jî Rojavaya ku cîhan û mirovahî ji êrişan parastiye, di bin êrişan de ye,  Rojavayê Kurdistanê bi sîstema neteweya demokratîk birêve diçe û ev pergal alternatîfa tevahî pergalên desthilatdar e û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Ji ber wê yekê sîstema me di bin êrişên desthilatdaran de ye. Ya ku dikeve ser me, xwedî li sîstema neteweya demokaratîk derketine û ev sîstem dayîna jiyankirine. Ji bo wê em baş dizanîn ku bi pergala neteweya demokratîk wê faşîzm bê hilweşandin û tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin. ''

Piştî axaftinê, şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.