ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2023
19 tîrmeh, 2023   23:00

- Sîstema îşkenceyê û tecrîda girankirî ku li grava Îmraliyê dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, rojevek sereke ya gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û derdorên demokrat, şoreşger û azadîxwaz de ye.

-11 sal piştî destpêkirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku damezirandina Rêveberiya Xweser girîngtirîn destkeftiyên wê bû, êrişên gelek aliyên xwecih, herêmî û navneteweyî yên li djiî şoreşê zêde dibin.

- Endamên Kongra Star diyar kir şoreşa Rojava bûye modela neteweya demokratîk û paradîgmaya azadiya jinan û destnîşan kir ku dê asta têkoşîna jinan bilindtir bikin û şoreşê ber bi serketinê ve bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bêrîvan Xalid anî ziman ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê jiyana hevbeş ji bo pêkhaetyên herêmê pêk anî, herêm ji xetereya hêzên herî tundraw rizgar kir û got Rêveberiya Xweser dê jiyaneke birûmet ku layîqî gelê berxwedêr be, mîsoger bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk têkbirina DAIŞ`ê li Kobanê qebûl nekir, ji lew re sînorên xwe li pêş çeteyan vekirin û çeteyan li Kobanê û Pirsûsê komkujî pêk anîn. Bi vê yekê pêvajoyeke herî dijwar a şerê qirkirina Kurdan ê dewleta Tirk ê piştî pêvajoya aştiyê, dest pê kir.

- Nivîsgeha Peredayînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha heqê 11 hezar û 174 fatoreyên genim daye. Li aliyekî din jî cotkar genim radestî navendî wergirtinê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA