​​​​​​​Li Amûdê agir bi malekê ket: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Amûdê ji ber teqîna depoya sotemeniyê agir bi malekê ket. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Amûdê agir bi malekê ket: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19 tîrmeh, 2023   20:02
QAMIŞLO

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê agir bi mala welatiyê bi navê Abid Şemşolî ket. Hate diyarkirin ku şewat ji ber teqîna depoya sotemeniyê derket û erebeyên agirkujiyê û yên amblulancê tevilê cihê xwe dan bûyerê.

Li gorî agahiyên destpêkê ji ber şewatê, ji malbata Şemoşlî 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.

(bb)

ANHA