​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-7-2023
15 tîrmeh, 2023   23:00

Bijîşkan li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan hişyarî da. Hiqûqnasan jî diyar kir ku pêwîstî bi destwerdana lezgîn û avakirina komîteyeke tibî ku rewşa tenduristî ya Rêbertî kontrol bike, heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fedakariyên mezin ên 12 hezar şehîdan derbasî sala xwe ya 12'an dibe. Bi keda cangoriyên ku mohra xwe li şoreşê da, destkeftiyên mezin di hemû qadan de hatin bidestxistin.

Warê xwedawend Savûşkayê Serêkaniyê îro bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê hatiye dagirkirin û li bendê ye peyrewên Savûşkayê wê rizgar bikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK'ê dagirkeriya xwe li kantona Efrînê rewa dike.

Normalîzekirina Şam û dewleta Tirk a dagirker hinekî sar bûye. LI aliyekî din di hefteya borî de cureyeke normalîzekirinê bi rojava re xuya kir ku Rûsya ji ber wê hişyarî da Enqereyê. Ev destnîşan dike ku derfet heye nêzîkbûna di navbera Enqere û Moskovê de bi dawî bibe.

Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Reqayê ji bo şermezarkirina gefên li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanekê li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê rojavayê Dêrazorê ji bo şermezarkirina gefên li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistinên taybet ên jinan ên Minbicê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo têkildarî zihniyeta baviksalarî li navenda xwe ya li navçeyê semînerekê li dar dixe saet di 12:00`an de.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA