​​​​​​​42 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê ber bi Girê Spî ve hatin koçberkirin

Desthilata Tirkiye, 42 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê ber bi kantona Girê Spî ve koçber kirin. Di 24 saetan de, bi vê koçberkirinê re, hejmara penaberên ku ji Tirkiye derbasî herêmên dagirkirî kirine, gihaşt 202 penaberan.

​​​​​​​42 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê ber bi Girê Spî ve hatin koçberkirin
15 tîrmeh, 2023   19:38
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ji kantona Girê Spî ragihand ku desthilata Tirk îro 42 penaberên sûriyeyî ji Tirkiye derbasî kantona Girê Spî ya dagirkirî kirin.

Her wiha ajansa me da zanîn ku 160 penaber roja înê ku ji Hema, Heleb, Idlib, gundewarê Şamê ne, ji Tirkiyeyê hatin koçberkirin. Bi vê daneyê re, hejmara penaberên ku di 24 saetan de ji Tirkiyeyê hatine derxistin, gihaşt 202 penaberan.

Ji dîroka daxuyaniyên rayedarên tirk ku di destpêka Nîsanê de dane û li gorî wê dê milyonek penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî bi cih bike, derxistina penabaran ji Tirkiyeyê zêde bûye.

Ji dema ragihandina projeya mêtinger a Tirkiyeyê,  zêdetirî 22 hezar penaber ji Tirkiye hatine derxistin û li malên koçberan li herêmên dagirkirî hatin bicihkirin.

(şx)

ANHA