​​​​​​​Qetilkirina Asya û Emîne tê şopandin

Berdevka Rêxistina Sara diyar kir ku bûyera qetilkirina 2 keçên xwişkên hev li Tirbespiyê tê şopandin.

​​​​​​​Qetilkirina Asya û Emîne tê şopandin
16 tîrmeh, 2023   06:43
 QAMIŞLO

13’ê Tîrmehê li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ku 2 keçên xwişkên hev Asya Îbrahîm Hisên (16) û Emîne Îbrahîm Hisên (18), ku ji gundewarên Helebê ne û li navçeyê bi cih bûne jiyana xwe ji dest dan.

Bav û hevjîna bavên her du keçan cenazeyên wan sewqî navendeke Heyva Sor a Kurd li navçeya Tirbespiyê kiribûn, bi nêrîna bijîşkê tiba edlî hat eşkerekirin ku her du xwişk hatine qetilkirin. Têkildarî mijarê Kongreya Star daxuyanî dabû, niha dosya qetilkirinê ji aliyê tevger û rêxistinên jinan ve tê şopandin.

Berdevka Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinê Arzû Temo der barê mijarê de ji me re axivî.

Arzû qetilkirina her du xwişkan şermezar kir û da zanîn ku lêkolînên wan li ser bûyerê dewam dikin.

Arzû Temo bang li aliyên peywendîdar kir ku cezayên giran li sûcdaran bidin birîn û her kesên ku destê wan di bûyerên de hebin bên cezakirin.

(he)

ANHA