ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A -15-07-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A -15-07-2023
14 tîrmeh, 2023   23:00

-“Têkoşîneke vî gelî heye û divê teqez bi awayekî serkeftî bê meşandin. Polîtîkayeke mezin a îmhayê heye û divê bê pûçkirin. Em nikarin jiyaneke din wek jiyan bibînin. Ev telîmatek e û ne tenê di 14’ê Tîrmeha 1982'yan de ye, her tim di meriyetê de ye. Ev telîmat şêwaza xebatê û tempoya wê diyar dike. Yekane biryara derbasdar e. Ev meş dê ji her demê bêhtir bibe meşa serkeftinê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema Bihara Gelan li herêma Rojhilata Navîn ji Tunis û Misirê di 2010′an de dest pê kir, zemîna li Sûriyeyê ji bo tevgerê amade bû. Di 2011′an de li tevahî parêzgehên Sûriyeyê tevgerê dest pê kir. Lê çirûska wê ji Kobanê di 19′ê Tîrmeha 2012′yan de dest pê kir, lê armancên wê cuda bûn.

- Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ji bo dubarenebûna qirkirin û komkujiyên li dijî wan çêbûne, divê hevgirtî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx Mihemed Saqid El Isêdî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide fitneyan derxe û vîna pêkhateyên herêmê tune bike da ku dagir bike û got "Bi hevgirtinê me dagirkeriya Fransî derxist û em ê dewleta Tirk a dagirker jî derxin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pergala baweriya sêmend a xwedawendan ku ji xwedawend El Lat, Menat û El Ûzza pêk tê, li Erebistanê geş bû û Reqa jî bû navendeke wê ya sereke. Li Reqayê DAIŞ'ê xelîfetî îlan kir û hewl dan çanda El Lat di hemû qadên jiyanê de ji holê rakin û zirar dan şûnwarên wê yên dîrokî. (BI WÊNE).

-  Lêkolînerekî kar û barên Îranê diyar kir ku Tehran di projeya xwe ya avakirina împratoriya xwe ya dereveyî cografiya xwe de berdewam e û di nava hewldanan de ye da ku hegemona xwe li parzmîna Afrîka berfireh bike. (BI WÊNE).

-Partiya Yekitiya Demokratîk ji bo danasîna Berxwedana 14'ê Tîrmehê civînekê li Tirbespiyê li dar dixe, saet 10:00'an. Bi heman armancê li navçeya Til Hemîsê jî semînerek li navenda çandê tê dayîn, saet 10:00'an. Li Amûdê jî sînevîyonek li ser Berxwedana 14'ê Tîrmehê li nivîsgeha PYD'ê tê pêşandan, saet 09:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şedadê şehîdên QSD'ê Îbrahîm El Herdan û Hesen Elî El Hisên li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê ji bo zarokên şehîdan dewreyeke perwerdeyê ya fêrkirinê li Dibistana Selahedîn vedike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA