Li Şamê bîranîna şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê

Li taxa Zorava ya Şamê ji bo bîranîn şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê civîneke girseyî hat lidarxistin.

Li Şamê bîranîna şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê
14 tîrmeh, 2023   19:41
ŞAM

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi civînekê li taxa Zorava ya Şamê hatin bi bîranîn.

Di bîranînê de endama Kongra Stra a Şamê Roşîn Hesen axivî û wateya berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmehê destnîşan kir.

Piştre rêveberê Meclisa PYD'yê ya Şamê Fadil Bozan jî axivî û diyar kir ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê li girtîgeha Amedê li dijî îşkenceya ku dewleta Tirk a faşîst pêk dianîn, dest pê kir.

Bozan got: "Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi berxwedana şehîd Mezlûm Dogan dest pê kir. Di wê pêvajoyê de, ji ber darbeya leşkerî ya şovenist a 12'ê Îlonê rewş pir zehmet bû û gelê Kurd li ber ketinê bû, operasyonên girtinê gihaştibû lûtkeyê. Armanca vê derbeyê qirkirina gelê Kurd bû."

Bozan anî ziman ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê helwesteke şoreşekê ya ji bo parastina nirxên gel û mirovahiyê bû û mînaka wêrekiyê bû.

Bozan bang li şêniyan kir ku xwedê li bîranên şehîdan derkevin û armancên wan pêk bînin.

Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(bb)

ANHA