JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA- 2

Pergala baweriya sêmend a xwedawendan ku ji xwedawend El Lat, Menat û El Ûzza pêk tê, li Erebistanê geş bû û Reqa jî bû navendeke wê ya sereke. Li Reqayê DAIŞ'ê xelîfetî îlan kir û hewl dan çanda El Lat di hemû qadên jiyanê de ji holê rakin û zirar dan şûnwarên wê yên dîrokî.  

JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA- 2
15 tîrmeh, 2023   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Li gel hatina îslamê û pêşketina wê di civakên Ereban de, baweriyên kevnar hema hema tune bûn. Lê di her serdemekê de çanda xwedawend-jinan bi şêwazên cuda yên berxwedanê hatiye domandin. Îro jinên Ereb berxwedana xwe ya li dijî jinkujî û tunehesibandina jinan, ji kevneşopa kûr a sîstema xwedawendan digirin.

Baweriya El Lat li nîvgirava Ereban ji Rojê bigire heta Heyvê, stêrkan, şer, bereket, hezkirin, jiyan, mirinê temsîla hemû rewşên mirovî yên li ser rûyê erdê dike û rengê xwe daye wê erdnîgariyê. Her çend dîrokeke teqez neyê dayîn jî tê diyarkirin ku ji sedsala 7'an a beriya zayînê ve ev bawerî bi pergala xwedawendan a yekemîn li derdora bajarê Taîf ê Erebistana Siûdî yê îro dest pê kiriye.

Ev pergala sêmend a xwedawendan anku El Lat, El Ûzza û Menat e. Pergala baweriya El Lat heta roja me ya îro bi berxwedana di çanda El Ûbeyd de bi sedan salan li Erebistan û hemû Rojhilata Navîn bi nav û nîşanên cuda li ber xwe daye û gihaştiye serdema me.

SERXWEDAWEND EL LAT

Heke em bala xwe bidin taybetmendiyên xwedawendan; xwedawend El Lat (El Lat, El Laht, Allatu, Alîlat, Allāt) wek 'serxwedawend' tê nimandin. Di erebî de Allat wateya 'xwedawend' dide.

El Lat wek xwedawenda Rojê û Heyvê jî tê naskirin û xwedawenda ax û evînê bû û çerxa rojê digerand. Di teswîrên El Latê de, di destê wê de qevdek genim ku temsîla bereket, mişehî û jiyanê dike û taseke tijî pixûr heye, li gel Roj û Heyvê tê nimandin.

XWEDAWENDA ŞER EL ÛZZA, XWEDAWENDA ÇARENÛSÊ MENAT

El Ûzza xwedawenda duyemîn a sîstema sêmend a xwedawendan e û bi stêrkên sibehê û êvarê tê temsîlkirin. Yanî dewrana rojê anku şev û rojê temsîl dike. Her wiha xwedawenda şer û evînê ye.

Xwedawend Menat bawerî û mirinê temsîl dike. Çarenûsa mirovan diyar dike. Mirov jê re dua dikin da ku dijminên wan tune bike yan jî ji dijminên wan biparêze. Sembola wê jî 3 heyv in ku biçûk dibin.

LI GORÎ DÎROKNASAN LI ŞÛNA KABEYÊ PERESTGEHEKE EL LAT HEBÛ

Temsîla perestgehên vê pergala sêmend a xwedawendan, kevirekî çargoşeyî. Li gorî hin dîroknasan, li cihê Kabeyê perestgeheke çargoşeyî hebû ku tê texmînkirin a El Lat bû û berê mirov dihatin vê derê û ji bo xwedawendan dua dikirin. Tê gotin ku çargoşebûna Kabeyê jî ji ber bandora baweriya berê ye.

Dîsa li gorî dîroknasan, kevneşopa 'bi saxî veşartina keçikan' a civaka Ereban a beriya îslamê jî di rastiyê de vegotineke berovajîkirî ye. Jêderên ku baweriya El Lat lêkolîn dikin, dibêjin keçikên ku di wê demê de ji dayik bûne, diyarî xwedawendan kirine da ku bibin rahîbeyên pergala baweriya sêmend a xwedawendan. Tê diyarkirin ev kevneşop bi demê re bi destê pergala baviksalar hatiye berovajîkirin û wek qurbanîkirina zarokên keçîn hatiye vegotin.

JI EREBISTANÊ HETA SÛRIYEYÊ 

Baweriya sêmend a xwedawendan El Lat bi sedan salan li gelek deverên Erebistanê, bi taybetî li Taîf û Mekkeyê dewam kir. Piştre bi rêyên bazirganiyê, ev bawerî li gelek deverên li Rojhilata Navîn belav bû. Di nava cihên belavbûna vê sîstema baweriyê de û cihên perestgehên wê lê hatin çêkirin, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heye.

Mûrîdên baweriya El Lat ji bo ku sîstema baweriya xwe belav bikin, koçî Sûriyeyê kiriye. Tê gotin bajarê Reqa bûye navendeke vê baweriyê. Tê texmînkirin ku ji sedsala 10'an a beriya zayînê ve li gelek herêmên nêzî Reqayê perestgehên El Lat hatine çêkirin. Palmîra yek ji cihên dîrokî ye ku şopên baweriya El Lat lê tên dîtin, her wiha li Til Berak û Til Bêder ên li nêzî bajarê Hesekê û bermahiyên bajarê antîk Dura Europos ê li Dêrazorê.

QESR EL BENAT A XWEDAWEND EL LAT A LI REQAYÊ

Tê texmînkirin ku Qesr El Benat ku yek ji avahiyên dîrokî ye û tevî şer û hilweşandina li bajêr hê jî li ser xwe ye, cihê perestgeha xwedawend El Lat bû û piştî hilweşandina perestgehê jî bi navê 'Keleha Jinan' kelehek lê hatiye çêkirin.

Tê diyarkirin ku di dema êrişên Mongolan de gelek şûnwarên baweriya El Lat ên li Reqayê hilweşandine û piştre bi bandora îslamê ya li herêmê bi temamî hatine rûxandin.

Reqa ku navenda Serhildanên Zencê bû, têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ'ê ji berxwedana sîstema baweriya sêmend a xwedawendan girtiye.

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ'ê bajarê Reqa ya dîrokî yê li qiraxa çemê Firatê dagir kir û wek paytext îlan kir. Xelîfetiya xwe li wir danîn. Ji wê derê êriş li ser herêmên din plan kirin ku jinên êzidî lê kom kirin û li bazaran firotin. DAIŞ'ê jî xwe wek berdewama Harûn Reşîd didît ku di demên berê de li Reqayê dijiya û ji bo belavbûna îslamê dixebitî. Di dema dagirkirina Reqa û bajarên din de jî bi van gotinan tev geriyan û Reqa kirin navenda xwe.

Baweriya El Lat qels dibe lê piştî zayînê jî hebûna xwe didomîne. Piştî îslamê baweriya El Lat û çanda jinan li tevahiya herêmê, bi taybetî jî nîvgirava Ereban, hate tunekirin. Li bajarê Reqayê jî rewş bi vî rengî bû. Di êrişên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, çeteyan zirareke mezin da Qesra El Benat. Çeteyan agir berda beşeke mezin a qesra dîrokî.

Ji bo dawî li zîhniyet û pêkanînên DAIŞ'ê were anîn û gel werin rizgarkirin, Hêzên Sûriya Demokratîk di 6’ê Hezîranê de Pêngava Rizgarkirina Reqayê da destpêkirin. Ji 18 heta 60 saliyê bi hezaran şervanên Kurd, Ereb û êzidî tev li operasyonê bûn. Li Reqayê bi sedan jin û zarokên êzidî hebûn ku ji Şengal û Mûsilê hatibûn revandin, firotin û hatin qetilkirin û windakirin. Armanca sereke ya şervanên YPJ'ê rizgarkirina jin û zarokên êzidî bû. Jinên êzîdî ji aliyê YPJ'ê ve ji jêrzemînên her avahiyeke rizgarkirî dihatin derxistin.

DAIŞ BI DESTÊ JINAN HATE TÊKBIRIN 

Di têkoşîna 134 rojan de tevahî bajar ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Gelê Kurd û Ereb di vê oxirê de bi sedan zarokên xwe şehîd dan. Her wiha bi dehan şervanên enternasyonalîst ên ji Almanya, Brîtanya, Fransa û Amerîkayê li kêleka hêzên QSD/YPJ'ê şehîd bûn. Di vê operasyonê de bi taybetî şervanên jin bi rengekî pêşeng cih girt. Li cihê ku jin dihatin firotin, qetilkirin û kolekirin, DAIŞ bi destê jinan têk diçû.

Şevîn Cûdi (Kamîle Demîr) ku di Pêngava Azadkirina Reqayê de cih girt, 18'ê Tîrmeha 2017'an û Sozdar Bawer (Sozdar Îsmaîl) ku fermandareke YPJ'ê bû, 22'yê Tîrmeha 2017'an gihaştin şehadetê.

Piştî paqijkirina bajêr ji DAIŞ'ê, di serî de birêxistinkirina jinan lê hate bipêşxistin, di heman demê de Qesr El Benat ku cihê sîstema baweriya sêmend a xwedandan bû, ji aliyê Komîteya Parastina Şûnwaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat parastin.