Di Kongreya Ol û Baweriyan de banga xurtkirina yekitiya mirovahiyê

Di Kongreya Ol û Baweriyan de hate diyarkirin ku diyalog xwestekek rewa û urfî ye ku aştiya navxweyî diparêze. Her wiha hate gotin, divê çanda hezkirin û hevdu qebûlkirinê were belavkirin û yekitiya mirovahiyê were xurtkirin.

9 tîrmeh, 2023   12:24
HESEKÊ

2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Kongre bi sponseriya Hevdîtina Ol û Baweriyên Mezopotamya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin" li hola Serdemê ya bajarê Hesekê tê lidarxistin.

Axaftina desptêkê ya roja duyemîn ji aliyê serokê Weqfa Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sînan Sîdoş ve hat kirin. Sînan Sîdoş got: "Ji ber pêşketinên zanistî ku wekî agir belav dibin, cîhan bûye wekî gundekî. Lê ji bo rêgirtina li ber encamên neyinî yên van pêşketinên ku fitne û tevliheviyê di navbera gelan û mezheban de bi xwe re tînin, divê xebateke mezin bê kirin."

Sîdoş diyar kir ku piraniya dewletan bi navê ol siyasetê û sûcan dikin. Sîdoş got: "Dewlet ol û baweriyan weke rêbazeke ji bo belavkirina nêrînên xwe yên siyasî bi kar tînin. Ji lew re dema em parastina welat û xaka xwe dikin, dewlet me wekî rêxistinên terorîst dihesibînin. Lewma divê em destek û piştgiriyê bidin mîna van kongreyan da ku heqîqetê ragihînin."

Sîdoş behsa girîngiya lidarxistina forum û komxebatan ji bo pevguherîna nêrîn kir û got forum û komxebat ji serdema pêxemeber Mihemed de hene û belgeya Medîne Munewre mînak e.

Sîdoş got ku divê xebat li gorî wesîqeya El Medîne El Mûnewra ya ku pêxember Mihemed pêk aniye, were kirin da ku bi hevgirtinê pirsgirêk werin çareserkirn û jiyana hevbeş were xurtkirin.

′DIVÊ LI GORÎ JIYANA HEVBEŞ Û HEVKARIYA ÎSLAMÎ XEBAT WERE KIRIN′

Şêxê Terîqata Qadiriyê Cinêd El Qadirî jî bal kişand ser xurtkirina têkilî û biratiyê û wiha got: "Divê têkiliyên hevbeş li asta îslamê û mirovahiyê bên xurtkirin. Divê em jiyana hevbeş û hevkariya îslamî xurt bikin. Destpêkê divê em bi yekitiya resentiya mirovahiyê bawer bin, ya duyemîn jî divê em bi vê yekê bawer bin ku rûmeta mirovan mutlaq e û ya sêyemîn jî divê em rêgezên xwişk û biratiyê pêş bixin. Ev kongreya me jî li ser van xalan dixebite.''

El Qadirî bang li terîqat, mezheb û baweriyan kir ku bi cihêrengiya bawerî, zayend û rengan bawer bin, girêdayî exlaqî, zanabûn, edalet û wekheviyê bin û got, peyama tevahî olan xebata durist e.

′DEM HATIYE SÛD JI NIRXÊN HEVBEŞ ÊN OLAN BÊN WERGIRTIN′

Haxamê ola cihû yê li Yemenê Yehya Mûsa bi rêya dîmenekê beşdarî kongreyê bû û banga qebûlkirina cihêrengiyê, dûrketina ji xîtaba nefretê û sûdgirtina ji nirxên olan kir, da ku nirxên jiyana hevbeş di navbera tevahî ol, bawerî, pêkhate, beş û neteweyan de bên geşkirin. Mûsa wiha got: "Cîhanê gelek êş kişandin, dem hatiye ku sûd ji pîvanên olî yên hevbeş bên wergirtin."

Şêxê Terîqeta El Qadiriyê ya Bilind li Sûriyeyê Mihemed Ubeydellah El Qadirî bang li tevahî bawerî û olan kir ku ji bo belavkirina têkiliyên hezkirinê hevkar bin.

Her wiha nûnerê Terîqeta El Xeznewî-Neqişbendî ya Bilind Reşîd El Cilûd got divê rê li ber polîtîzakirina olê û tundrawiyê were girtin da ku di xîtaba olî de yek nêrîn derkeve.

El Cilûd diyar kir ku helwesta Terîqeta Neqişbendî sabit e û wiha domand: "Neqişbendî her tim banga lêborîn û xurtkirina têkiliyên biratiyê di nava tevahî ol û baweriyan de dike."

Nûnerê Al El Beyt El Heqî El Ilwanî Îbrahîm Şêx Nasir diyar kir ku divê bê zanîn ku ol weke ebayekê ji bo pêkanîna armancan û qirkirinan tê bikaranîn û wiha domand: ''Divê bê zanîn ku ol ji kesên bi navê olan sûcan dikin, dûr e."

Nûnerê Terîqeta El Rîfaî Fehed Îbrahîm got rêbaza yekane ya belavkirina çanda hezkirinê di nava civakan de diyalog e û wiha domand: "Diyalog xwesteke rawa û urfî ye. Bi diyalogan aştiya navxweyî tê parastin, armanca tevahî olan jî ev . Ji lew re divê xebat li ser dûrketina ji nijadperestiyê bên kirin, cihêrengî bê qebûlkirin û yekitiya mirovahiyê bê xurtkirin."

Kongre bi rûniştina 4′an a bi sernavê "Çareserî û pêşniyarên xurtkirina biratî û mirovahiyê" dewam dike.

(fr)

ANHA