Li peravên Tunisê penaberek xeniqî, 10 jî winda ne

Ji penaberên Tunisê yên ku hewl didan xwe bighînin Îtalyayê penaberek xeniqî û bi kêmanî 10 penaberên din jî winda ne.

Li peravên Tunisê penaberek xeniqî, 10 jî winda ne
9 tîrmeh, 2023   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Dadgeha Sefaqisê Fewazî El Mesmûdî ji ajansa Reutersê re got, keştiya penaberên tunisî yên hewl didan di Deryaya Spî re xwe bighînin Îtalyayê xirab bûye, di encamê de penaberek xeniqiye, 10 penaberên din jî winda ne.

El Mesmûdî anî ziman ku keştiya penaberan ji peravên Cercîsê ya başûrê welat bi rê ketibû û 11 penaberên din ên di heman keştiyê de hatine rizgarkirin.

El Mesmûdî di meha Hezîranê de jî daxuyandibû ku keştiyeke penaberên ji Afrîkayê li peravên Tunisê noqî avê bûye û di encamê de 3 penaber xeniqîne, bi kêmanî 12 winda bûn, 152 penaberên din jî li peravên bajarê Sefaqisê yê başûrê Tûnisê hatine rizgarkirin.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM), hejmara îsal a penaberên ku hewl didan xwe bighînin Ewropayê xeniqîne, 2 hezar derbas kiriye.

 (bb)