Li Somalyayê zêdetirî 40 endamên Tevgera Şebab hatin kuştin

Li Somalyayê di êrişa artêşê de zêdetirî 40 endamên Tevgera Şebab a girêdayî El Qaîdeyê hatin kuştin.

Li Somalyayê zêdetirî 40 endamên Tevgera Şebab hatin kuştin
9 tîrmeh, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Somalyayê “SONNA”, arêtşa Somalyayê vê berbangê li dijî kombûneke Tevgera Şebab û depoyekî wan ê çekan êriş pêk aniye.

Li gorî heman ajansê, hevkarên navneteweyî yên Somalyayê jî bi êrişên hewayî destek dane û di êrişan de cihê ku endamên Tevgera Şebab xwe lê veşartibûn û depoyê çekan bi temamî hatine rûxandin û zêdetirî 40 endamên tevgerê hatine kuştin. Hat ragihadnin ku di nava kuştiyan de hin serçeteyên tevgerê jî hene.

(c)