Li Sûdanê di êrişeke hewayî de herî kêm 22 kes hatin kuştin

Duh li bajarê Um Derman êrişeke hewayî pêk hat, di encamê de bi kêmanî 22 kes hatin kuştin.

Li Sûdanê di êrişeke hewayî de herî kêm 22 kes hatin kuştin
9 tîrmeh, 2023   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn dewam dike.

Hate ragihand ku duh li bajarê Um Derman ê Sûdanê de di êrişeke hewayî de bi kêmanî hatin kuştin.

 Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres êriş şermezar kir û fikarên xwe ji ber şerê li bakur û başûrê Kerdefanê û Nîl El Ezreq anî ziman.

Artêşa Sûdanê ragihandibû ku konvoyeke çekan a Hêzên Piştevaniya Lezgîn li nêzî taxa Balafirgehê ya li Xertûmê kiriye hedef. Ev êriş piştî xistina dorina Hêzên Piştevaniya Lezgîn li herêma Xertûm Ebhrî pêk hat. Hêzên Piştevaniya Lezgîn artêşa Sûdanê tawanbar kiribû ku li bajarê Um Derman taxên welatiyan kirin hedef û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

(bb)