Nasnameyên 5 gerîlayên şehîd bûne hatin aşkerakirin

HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û got “Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar bûne afirînerên rastîn ên dewlemendiya taktîkî ku gerîla gihiştiye wê astê.”

Nasnameyên 5 gerîlayên şehîd bûne hatin aşkerakirin
9 tîrmeh, 2023   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Sala 2017’an ku di dîroka me ya têkoşînê de qonaxeke girîng nîşan dide, bû saleke ku li dijî dagirkeran bi her awayî berxwedaneke fedaî hate jiyîn û îradeya Apoyî li hemû qadên berxwedanê serwer bû. Dewleta Tirk a qirker di vê salê de di şexsê tevgera me ya azadiyê de hemû hêza xwe ji bo tasfiyekirina gelê me bi kar anî û ji bo vê jî ji her demê zêdetir êrîşên xwe zêdetir kir. Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar ku mînakên sereke yên fedekariya Apoyî ne, li qadên ku lê bûn, pêşengiya berxwedana li dijî dijmin kirine. Ev milîtanên hêja ku hemû hevrêyan têkoşîna wan ji xwe re mînak digirtin, xeta PKK û PAJK’ê bi dilsozî û dirustî parastine û wisa ketine dîroka me ya têkoşînê. Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar bi şehadeta xwe ji me re bûne çavkaniya hêzê û sedema lêhûrbûnê û bûne afirînerên rastîn ên dewlemendiya taktîkî ku gerîla gihiştiye wê astê

Di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Diyana Amanos

  Nav û paşnav: Heybet Çig

  Cihê jidayikbûnê: Edene

  Navê dê û bav: Fatma - Omer

  Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Sema Mahîr

  Nav û paşnav: Sema Taş

  Cihê jidayikbûnê: Mûş

  Navê dê û bav: Aynûr - Abdurahman

  Dîrok û cihê şehadetê: Mijdara 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

   Nasnav: Zîlan Dêrsim

  Nav û paşnav: Canan Kanat

  Cihê jidayikbûnê: Baybûrt

  Navê dê û bav: Naciye - Hatem

  Dîrok û cihê şehadetê: Îlona 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav:  Argeş Rûken

  Nav û paşnav: Yûnûs Ergun

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Gulşen – Cemîl

Dîrok û cihê şehadetê: Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Gabar Wan

Nav û paşnav: Dogan Berkî

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dê û bav: Mûhabbet - Mûstafa

Dîrok û cihê şehadetê: Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê