​​​​​​​53 roj in li dijî zext û êşkenceyê li ber xwe didin

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, 53 roj in li hemberî zextên PDK’ê di greva birçîbûnê de ne. Tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.

​​​​​​​53 roj in li dijî zext û êşkenceyê li ber xwe didin
9 tîrmeh, 2023   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatibûn kuştin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 53’yan de didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye: “Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’ Me bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo dane. Tenduristiya wî nebaş e.” Dag diyar kiriye ku wî jî 10 kîlo dane û nikare zêde biaxive.