Sedema girtina peymangehên taybet hat eşkerekirin

Cîgirê Hevseroketiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser sedema girtina peymangehên taybet ên li Reqayê û herêmê eşkere kirin û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û Desteya Perwerdeyê hewl didin ku perwerdeyê ji bazirganiyê dûr bixin.

Sedema girtina peymangehên taybet hat eşkerekirin
6 tîrmeh, 2023   04:19
REQA – EHMED EL ESAF

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê di 3'yê Tîrmehê de li ser daxwaza Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser biryara girtina peymangehên taybet ên Reqa û gundewarê wê da.

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevseroketiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azad Berazî ji ajansa me re wiha axivî: "Ev biryar ne wiha bê armanc hatiye derxistin, ew di encama giliyên şêniyên ên li peymangehên taybet de hatiye dayîn."

Berazî destnîşan kir ku dema fêrkirina dibe tiştekî madî û vediguhêze bazirganiyê wê demê ew nirxê xwe ji dest dide û ev tişt ji aliyê Rêveberiya Xweser û civakê ve jî tê redkirin.

Berazî wiha domand: "Desteya Perwerde û Fêrkirinê peymangehên giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekirin, li Reqa û gundewarê wê 40 peymangehên giştî hene, dibe ku ev peymangeh têra hejmara şagirtan nake lê belê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê ji bo vekirina peymangehên din dixebite."

Berazî piştrast kir ku kadroyên perwerdeyê yên li peymangehên herêmê xwedî pisporiyeke mezin in û armanc ji vekirina van peymangehan dûrxistina fêrkirinê ji bazirganiyê û sivikkirina barê welatiyan di aliyê aborî de ye.

Berazî di dawiya axaftina xwe de got: "Peymangehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû mamosteyên herêmê vekirî ne û em hêvî dikin ku ew xwedî li erkê xwe yê exlaqî û yê mirovî yê li hember zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin."

(mh/şx)

ANHA