​​​​​​​Hevgirtina Ol û Baweriyan amadekariya kongreya duyemîn dike

Navenda Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamyayê dê bi dirûşmeya "Bi biratiya olan em nirxên mirovahiyê bi pêş dixin" kongreya xwe ya navneteweyî ya duyemîn li dar bixe.

​​​​​​​Hevgirtina Ol û Baweriyan amadekariya kongreya duyemîn dike
5 tîrmeh, 2023   23:37
QAMIŞLO

Kongreya Navneteweyî ya 2′yemîn a Hevgirtina Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê dê di 8 û 9′ê Tîrmehê de li dar bikeve.

Di kongreyê de nûnerên ol, bawerî, etnîk û mezhebên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê yên yahûdî, xiristiyan, zerdeştî, sabiî, kakeyî, yarsan, şebekiye, elewî, sofî û kesayetên navdar û ramyarên girîngiyê didin dozên olê, beşdar dibin.

Li ser armanca konferansê, endamê komîteya amadekar a kongreyê û endamê Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamyayê Şêx Ebdurehman Bedirxan got: "Armanc ew e ku em li cewhera olan vegerin. Ji ber ku ol banga jiyana aştiyane û hevgirtina di nava civakê de, xurtkirina têkiliyên biratiyê di nava hemû ol, urf û etnîkan de dike, her wiha dûrî nefretê ye, prensîba aştiyê pêk tîne, çanda hezkirin û biratiyê ya li ser xalên hevbeş ên di navbera ol û baweriyan de û hevqebûlkirinê belav dike. Armanceke din a kongreyê jî girîngdayîna rola jin û ciwanan di gihandina civaka hevgirtî de ye.

BERNAMEYA KONGREYÊ

Li gorî Bedirxan, di roja yekemîn a kongreyê de dê 2 mijarên bingehîn (bingehên biratiyê û rola jinan di geşkirina têkiliyên biratiyê de) bên nîqaşkirin. Her wiha dê dîmenên qeydkirî yên beşdarên ji derveyî welat bên pêşandan.

Di roja duyemîn de jî dê di saetên destpêkê de nêrîn, çareserî û pêşniyarên ji bo pêkanîna prensîba biratiyê bên girtin, piştre dê rewşa rêxistinî û mijarên girêdayî xebatên salane û hwd bên nîqaşkirin.

(fr)

ANHA