​​​​​​​Jinên Ereb: Em dê li hember êrişên dagirkeriyê bisekinin

Jinên Ereb sûcên dewleta Tirk a dagirker nexasim ên li dijî jinên pêşeng ên Şoreşa 19'ê Tîrmehê şermezar kirin û destnîşan kirin ku siyasetên tirsandinê yên dewleta Tirk a dagirker dê îradeya wan a şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan têk nebe.

​​​​​​​Jinên Ereb: Em dê li hember êrişên dagirkeriyê bisekinin
6 tîrmeh, 2023   00:20
DÊRAZOR – ÎMÊLÎ SELÛM

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bertekên dijber ji aliyê jinan ve zêde bûn. Nexasim piştî hedefgirtina erebeya hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevseroketiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma di 20'ê Hezîrana borî de ku di encamê de ew hersê şehîd bûn û hevserokê meclisê Gabî Şemûn birîndar bû.

/kr/uploads/files/2023/07/05/183152_-.webp

Cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Huda El Xalidî piştrast kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şopandina rêya şehîdan tevî hemû êriş û şerên taybet ên li dijî herêmê û gelê wê, bi îsrar in.

Huda got: "Em sûcên li dijî jinan ên li seranserî Kurdistanê û cîhanê pêk tên, bi tundî şermezar dikin."

/kr/uploads/files/2023/07/05/183137_-.webp

Her wiha, rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan ên Dêrazorê Suha El Seîd kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên revandin, kuştin, hedefgirtin û tecawîzkirinên li dijî jinan û bi taybetî sembolên Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku armanc ji van kiryaran têkbirina îradeya jinan û projeya Rêveberiya Xweser e.

Huda El Seîd wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tirkiye bi hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû xetên sor derbas kirin, lê helbet em dê li hember van êrişan li ber xwe bidin."

(mh/şx)

ANHA