​​​​​​​‘Îsyana Wagnerê zirareke manewî da Rûsyayê û Pûtîn’

Lêkolînerê kar û barên Rûsyayê Ebdulmesîh Şamî got şerê di navbera serokê koma Wagnerê û Pûtîn de dê di aliyê manewî de bandorê li Rûsyayê û Pûtîn bike, lê guhertineke stratejîk a mezin çênake.

​​​​​​​‘Îsyana Wagnerê zirareke manewî da Rûsyayê û Pûtîn’
6 tîrmeh, 2023   02:55
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolînerê kar û barên Rûsyayê Ebdulmesîh Şamî têkildarî bandorên şerê serokê koma Wagnerê Yevgeny Prigozhin û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, ji ajansa me re axivî.

/kr/uploads/files/2023/07/05/183033_8555b77f67bb22b704275a8a.webp

Ebdulmesîh Şamî got: “Bê guman, îsyana Wagnerê zirareke manewî da Rûsya û Pûtîn. Bi taybet ku ev îsyan di rewşeke hesas anku hemwextî şerê Ukraynayê pêk hat. Di cîhana pirqutub de li gel projeya Rûsyayê, bandora îsyana Wagnerê li ser stratejiya giştî ya navneteweyî ya Rûsyayê bi sînor e. Bê guman di aliyê cîhanî de bandoreke manewî çêkir, lê dê tu guhertin di stratejiyê, rewşê û hevsengiya hêzan de çêneke.”

Şamî destnîşan kir ku pirsgirêk hatiye çareserkirin û wiha dom kir: “Eger vê mijarê dewam kiriba, artêşa Rûsyayê ji hal xistiba, hêzên leşkerî qels kiriba û bandorên neyînî li eniya şer kiriba, bê guman dê rewş bi giştî hatiba guhertin, dê stratejiya cîhan, plana û projeya Rûsyayê ya li cîhana pir qutub bihata guhertin. Lê belê, şer berdewam e, îsyanê bandor nekir û di dema xwe de bi dawî bû. Ev yek êdî bandorê li rêveçûna şerê Rûsyayê yan li stratejiya Rûsyayê ya li Ewropa û cîhanê nake.”

Şamî têkildarî bandora şerê Wagner-Pûtîn li ser tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê jî destnîşan kir ku artêşa Rûsyayê şer li Ukraynayê bi rê ve dibe, lewma roleke yekser a Wagnerê di rêvebirina wî şerî de tune ye û wiha pê de çû: “Wagner yek ji komên çalakiyan ên di nava artêşa Rûsyayê de bû. Rûsan li şûna Wagnerê, koma Ehmed a Çeçenistanê bi kar anî, bi taybet piştî rizgarkirina Bakhmut a ku Wagnerê xwe jê vekişandiye. Ji wê demê de û demeke dirêj beriya îsyanê, Rûsan altirnatîfê Wagnerê dît. Yanî heta di asta meşvan, leşkerên heyî û planên leşkerî de jî pê bandor nebû.”

Lêkolînerê kar û barên Rûsyayê Ebdulmesîh Şamî anî ziman ku dibe ku bandor li herêmên Wagner lê ye wekî Afrîka û Sûriyeyê bibe û wiha dom kir: “Wagner li wan welatan wekî basikê leşkerî yê Rûsyayê ye. Dibe ku serweriya Rûsyayê li wan herêman paş bikeve. Bawer im ku Rûsya dê stratejiyên cuda bimeşîne û di hebûn û projeyên xwe yên li Afrîka û Rojhilata Navîn de zêde pişta xwe nede Wagnerê.”

(c)

ANHA