Rêxistinên mirovî çavê xwe li karesata avê ya li Hesekê digirin

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Hesekê bang li rêxistinên mirovî kir ku guh bidin karesata ava vexwarinê ya li bajarê Hesekê ku di encama qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve derketiye û bajar wekî herêma karesatê hatiye îlankirin.

Rêxistinên mirovî çavê xwe li karesata avê ya li Hesekê digirin
Rêxistinên mirovî çavê xwe li karesata avê ya li Hesekê digirin
Rêxistinên mirovî çavê xwe li karesata avê ya li Hesekê digirin
5 tîrmeh, 2023   13:13
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê ku ava vexwarinê dide kantona Hesekê qut kiriye. Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 3′yê Tîrmehê de ji ber qutkirina avê Hesekê wekî herêma karesatê îlan kir.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Hesekê Îsa Yûnis têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Yûnis got: “Em hewl didin dengê xelkê Hesekê bigihînin civata navneteweyî, aliyên têkildar û hêzên aktîv ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xeteriyên ku dibe ji ber qutbûna avê rû bidin vedibêjin."

Yûnis diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê ku jêdera yekemîn a avê ye li Hesekê, qut kiriye û dibe ku di demek nêz de karesatek mirovî rû bide.

Têkildarî tedbîrên ku dê gerînende ji bo sivikbûna êşên gel bigire, Yûnis ev tişt gotin: "Gelek sahrîcên me yên avê hene. Ew ê bikevin xizmeta şêniyan û avê bi rêya meclis û komînan belav bikin da ku vê karesatê derbas bikin."

Tê destnîşankirin ku tenê 60 sahrîcên avê li cem Gerînendetiya Avê ya Hesekê hene û ji bo pêşwazîkirina pêdiviya şêniyan têrker nîn in.

Yûnis anî ziman ku heta ew projeya kişandina avê ji gundewarê Amûdê di dema pêş de pêk tînin, ew ê bi qasî hêza xwe sahrîcan bixin tevgerê û avê bigihînin hejmarek mezin a şêniyan.

Yûnis bang li tevahî rêxistinên mirovî kir ku guh bidin karesata mirovî ya ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rû daye.

(fr/c)

ANHA