Medvedev: Şer yan bilihevkirina aştiyê yan jî bi çekên nukleerî bi dawî dibe

Cîgirê serokê Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev destnîşan kir ku şer bilez bi dawî nabe yan bi lihevkirineke aştiyê yan jî bi çekên nukleerî dê bi dawî bibe.

Medvedev: Şer yan bilihevkirina aştiyê yan jî bi çekên nukleerî bi dawî dibe
5 tîrmeh, 2023   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev îro got, şer wisa bi lez bi dawî nabe, du vebijark hene; yan lihevkirina aştiyê yan jî bi çekên nukleerî.

Di qeyda bi dîmen de ku li ser telegram hatiye parvekirin Medvedev got: “Her şerek heta şerê cîhanê bi lez bi dawî dibe; yan bi lihevkirine aştiyê yan jî mîna DYA`yê sala 1945`an kiriye, dema çekên nukleerî bi kar aniye û di encamê de derdora 300 hezar sivîl berdêl da.”

Medvedev di axaftina xwe de behsa wê yekê dike ku DYA`yê 2 bombeyên nukleerî avêtin Hîroşîma û Nagazakî ên Japonyayê di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de û di dawiyê de şer bi dawî bû. 

Girêdayî heman mijarê, rojnameya Financial Times a brîtanî ku agahiyên xwe spartin 2 rayedarên rojavayî, ragihand ku serokê Çînê Şî Cînpîng bi xwe li hember bikaranîna çekên nukleerî li Ukraynayê hişyarî daye hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ku Kremlinê red kir.

(şx)