Li Serêkaniyê 2 zarok hatin kuştin

Di şerê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ê li Serêkaniyê ya dagirkirî de 2 zarok û çeteyek hatin kuştin.

Li Serêkaniyê 2 zarok hatin kuştin
5 tîrmeh, 2023   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro di navbera “Polîsên Sivîl” û çeteyên “Sultan Murad” ên dewleta Tirk a dagirker de li benda kontrolê ya li têketina bajarê Serêkaniyê şer derketiye.

Li gorî nûçeya SOHR`ê, sedema şer ew e ku nehiştine endamên çeteyên Sultan Murad û “qaçaxçên” bi wan re bikevin Serêkaniyê.

Hat ragihandin ku di encama şer de çeteyekî Sutlan Murad û 2 zarok hatine kuştin û yek ji wan jin, 7 kes jî bi giranî birîndar bûne. Lewma dibe ku bîlançoya kuştiyan zêde bibe.

(c)