Jinên ciwan li hember tecrîdê meşiyan

 Şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Jinên ciwan li hember tecrîdê meşiyan
Jinên ciwan li hember tecrîdê meşiyan
Jinên ciwan li hember tecrîdê meşiyan
Jinên ciwan li hember tecrîdê meşiyan
Jinên ciwan li hember tecrîdê meşiyan
Jinên ciwan li hember tecrîdê meşiyan
5 tîrmeh, 2023   11:14
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî, cenga azadiyê bi ser bixin” li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meşê ji pêşiya Meclisa Navçeya Şeranê dest pê kir û li pêşiya Meclia Malbatên Şehîdan rawestiya.

Li wê derê piştî rêzgirtinê, endama yekitiyê Necah Îbrahîm axivî û diyar kir ku dê ciwan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser pêyan bin.

Necah, bal kişand ser rola Rêber Ocalan û fikrên wî ji bo birêxistinbûna gelên herêmê û sekinandina li hember planên qirkirinê yên li dijî xelkê herêmê tên meşandin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

(c)

ANHA