4 dewletan li djiî Îranê doz vekir

Brîtanya, Kanada, Swêd û Ukraynayêji ber xistina balafira Ukraynayê li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî li dijî Îranê doz vekir.

4 dewletan li djiî Îranê doz vekir
5 tîrmeh, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Brîtanya, Kanada, Swêd û Ukraynayê ji ber xistina balafira rêwiyan a Ukraynayê di 8`ê Çileya 2020`an de ku di encamê de hemû rêwiyan û tîma balafirê (176 kes) jiyana xwe ji dest dabû, li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî li dijî Îranê doz vekir.

Welatên ku doz vekiriye, dixwazin dadgeh xistina balafirê ji aliyê Îranê ve, nas bike û Îranê neçarî lêborînê bike û bihêle ku tezmînatê bide malbatên qurbaniyan.

Di nava qurbaniyên balafirê de welatiyên Kanada, Swêd, Brîtanya, Ukrayna, Efganistan û Îranê hebûn.

(c)