Zaroka ku hêzên Îranê birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da

Zaroka bi navê Melîka Borcî ya 12 salî ku bi guleya polîsên dewleta Îranê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Zaroka ku hêzên Îranê birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
5 tîrmeh, 2023   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, ji ber tundiya dewleta Îranê zarok jî di nav de, bi sedan kes ji aliyê polîsên dewletê ve hatin qetilkirin.

Zaroka bi navê Melîka Borcî ya 12 salî jî beriya 3 mehan bi guleya polîsan ji serê xwe birîndar bûbû.

Hat ragihandin ku Melîka Borcî jiyana xwe ji dest daye.

(c)