​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-7-2023
3 tîrmeh, 2023   23:00

Elî Bekir ku 28 berê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, got “Dema Rêber Apo ez hembêz kirim, min wisa hîs kir ew weke bavekî bi dehan salan lawê xwe nedîtiye tevdigere û dixwaze wî ji qirkirinê biparêze. Serok Apo xelasiya mileta ye, her kes aşiqê dîtina wî ye. Em ji bo azadiya wî bi israrin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Jin û Kongra Star ên herêma Efrînê bertek nîşanî sûcên dagirkeran ên li dijî jin û zarokên li Efrînê da û diyar kirin ku wan têkildarî sûcên dagirkeran dosya ji aliyên peywendîdar re şandine, lê heta niha tu bersiv nedane wan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn got nirxên ku Ereb, Kurdan û gelên din ên Rojhilata Navîn tînin cem hev, ji tiştên wan ji hev cuda dikin, zêdetir in û destnîşan kir ku dijminê wan gelan ê ku dewlemendiyên herêmê talan dike û bi sedan salan bindestiyê li gelan ferz dike, yek e. (BI WÊNE)

Melek a 12 salî bi morîkan bazin, gerdenî û gustilkan ku di pêşengehekê de bala wê kişandibûn, çêdike.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çil Axa ya kantona Qamişlo merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Zagros Serêkaniyê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa navçeya Tirbespiyê şehîd Zîlan li hola Partiya Yekitiya Demokratîk bi bîr tîne saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA