​​​​​​​2`yemîn Turnuvaya Futbolê ya El Şemal li Reqayê dest pê kir

Îro li Reqayê 2`yemîn Turnuvaya Futbolê ya El Şemal bi tevlêbûna 59 tîmên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

​​​​​​​2`yemîn Turnuvaya Futbolê ya El Şemal li Reqayê dest pê kir
3 tîrmeh, 2023   20:10
REQA

Turnuvaya ji aliyê Meclisa Werzîşê ya Reqayê û Kluba El Şemal ve hatiye orgenîzekirin, bildarxistina maçekê di navbera tîmên Yermûk ê ji rojavayê Dêrazorê û tîma Redîf El Şemal de li stada Kluba El Şemal a li bajarokê Til El Seminê başûr ê bakurê Reqayê dest pê kir. 

/ar/uploads/files/2023/07/03/193634_nady-alshmal-walathad-alryadhy-balrqh-yftthan-dwry-alshmal-althany-281729.webp

Di dawiya maçê de tîma Redîf El Şemal bi encam 4-1 bi ser ket.

Turnuva wê heta du mehan li gorî bernameyeke diyar bidome.

(şx)

ANHA