'Me belgeyên rûreşiya dagirkeran pêşkêş kirine lê deng tune ye'

Desteya Jin û Kongra Star ên herêma Efrînê bertek nîşanî sûcên dagirkeran ên li dijî jin û zarokên li Efrînê da û diyar kirin ku wan têkildarî sûcên dagirkeran dosya ji aliyên peywendîdar re şandine, lê heta niha tu bersiv nedane wan.

'Me belgeyên rûreşiya dagirkeran pêşkêş kirine lê deng tune ye'
4 tîrmeh, 2023   03:10
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Desteya Jin û Kongra Star ên herêma Efrînê têkildarî tecawizkirina zarokeke 13 salî li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2023/07/03/181550_.webp

Cîgira Serokatiya Desteya Jin a herêma Efrînê Hêvîn Hisên bal kişand ser sûcên dagirkeran ên li dijî jinan û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herî zêde li dijî jin û zarokên keç sûcên qetilkirin, revandin û tecawizkirinê pêk tînin.”

Hêvîn sûcên li Efrînê tên kirin şermezar kirin û bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hember van sûcan rexne kir.

Hêvîn anî ziman ku eger bêhelwestiya wan rêxistinan dewam bike, dê sûcên bi vî rengî dewam bikin û bang li rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan kir ku li hember wan sûcan erkên xwe bînin cih.

/kr/uploads/files/2023/07/03/181534_.webp

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrînê Emîne Silêman jî êrişa zayendî ya li dijî zaroka 13 salî û hemû sûcên ku li Efrînê tên kirin şermezar kirin.

Emîne da zanîn ku wan sûcên dagirkeran ên li Efrînê bi dosya, dîmen û nivîsan belge kirine û ji aliyên peywendîdar re şandine, lê heta niha tu bersiv nedane wan.

Emîne diyar kir ku heta Efrîn di bin dagirkeriyê de be, dê sûcên bi vî rengî li wir bidomin û got: “Divê rêxistinên mafên zarokan û mafên mirovan jin û zarokên li herêmên dagirkerî biparêzin û bi erkên xwe rabin.”

Li Efrîna dagirkirî hema bêje rojane dagirker li dijî xwecihên herêmê, bi taybet jin û zarokên keç sûcan pêk tînin. Herî dawî, çeteyekî Koma El Hemza ya ser bi dewleta Tirk a dagirker ve li gundê Cûqê yê Efrînê zarokeke 13 salî tecawiz kiribû.

(c)

ANHA