​​​​​​​Siberoja Pûtîn di xetereyê de ye

Piştî şerê di navbera Pûtîn û rêveberê Wagnerê de ku ji bo rayedarên Kremlînê wek qonaxeke siyasî tê dîtin, gelek pirsên li ser siberoja Pûtîn xwe didin der.

​​​​​​​Siberoja Pûtîn di xetereyê de ye
3 tîrmeh 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Şerê di navbera serokê koma Wagnerê Yevgeny Prigozhin û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de, hilweşîna Yekitiya Sovyetê di sala 1991'an de, binkeftina wê ya di şerê sar de li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, her wiha bûyerên beriya têkçûna Sovyetê li Efganistanê û hilweşîna Dîwarê Berlînê tîne bîra mirov.

Di 24'ê Hezîrana borî de hindik mabû Rûsya bibûya mîna Sûdaneke din. Di wê rojê de şer di navbera koma Wagnerê ya bi serokatiya dostê nêzîk ê Pûtîn; Yevgeny Prigozhin û saziya leşkerî ya Rûsyayê û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de qewimî. Dibe ku ev şer heta radeyeke mezin bandorê li siyaset û siberojê Pûtîn bike. Şerê ku rû da, gelek bûyerên dîrokî tîne bîra mirov.

Di 15'ê Sibata 1989'an de, Yekitiya Sovyetê binkeftî ji Efganistê vekişiya. Ev binkeftin encamên piştevaniya wî ya bi komunîstan re ye. Di Mijdara heman salê de Dîwarê Berlînê hilweşiya ku Almanya dabeşî du parçeyan kiribû. Hilweşîna dîwar rê li ber hilweşîna Almanyaya rojhilat û Hevbendiya Varşovê vekir. Her wiha di 25'ê Kanûna1991'ê de bû sedema hilweşîna Yekitiya Sovyetê. Bi vê yekê re Yekitiya Sovyetê ji hêzeke xurt veguherand hêzeke nazik ku gendelî û mafya lê belav bû.

Di pêvajoya serweriya Boris Yeltsin de ji sala 1991'an heta 1999'an Rûsyaya federal di nava parçebûn, xizanî û belavbûna mafyayan de mabû. Piştî wê serokê niha yê Rûsyayê Vladimir Pûtîn desthilata welat bi dest xist. Pûtîn hewl da welat vegerîne nav rêzên hêzên mezin. Ji encamên van hewldanan de di 24'ê Tîrmeha 2015'an de Rûsya peymanek têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê bi G 5+1 re îmze kir.  Ev peyman di aliyê siyasî de li ser esasê kêmkirina bernameya nukleerî hat îmzekirin ku li beramberî cezayên li ser Îranê werin rakirin.

Di aliyê leşkerî de, Rûsya di 30′ê Îlona 2015′an rasterast dest li Sûriyeyê werda û du baregeh; baregeha asîmanî li Laziqiye û deryayî li Tertûsê ava kir. Armanca Rûsya ji van baregehan ew e xwe bighîne ava germ û jê re bibe bingeha operaysonên leşkerî li Sûriyeyê. Li Lîbyayê jî bi rêya desteka Wagnerê ji muşîr Xelîfe Hefter re di 2018′an de destwerdan kir. Her wiha li Sûdanê jî, Rûsya hewl da baregeha leşkerî li Deryaya Sor ava bike û koma Wagnerê ji 2019′an de li Sûdanê rolek lîst. Li gorî raporan, Wagnerê li hin herêmên diyar ên Sûdanê bi taybet ocaxên zêr heye da ku dahatan biparêze. Li aliyekî din jî raporan aşkera kir ku fermandariya Wagernê nêzî Hêzên Piştevaniya Lezgîn e û li dijî fermandarê artêşa Sûdanê piştgiriya wê bi çekan dike.

Rûsya bi rêya vê destwerdanê li Rojhilata Navîn karî bibe hevrikê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Fransayê li Afrîkayê. Ji lew re Pûtîn biryar da ku bi rêya dayîna mîqdara mezin a gazê û bi bihayên guncaw Ewropa ber bi xwe ve bikişîne. Di 24′ê Sibata 2022′yan Rûsya destwerdana Ukraynayê kir. Ji Rûsyayê ye ku dikare hikumeta alîgirê wê bi rêya rakirina Vladimir Zelensky ji ser desthilatê bîne ser desthilatê. Lê tiştê rû daye ne di hesabên Kremlinê de bûn. Şerê li Ukraynayê dewam dike û dewletên Ewropayê ji Rûsyayê bi dûr ketin û nêzî DYA′yê û Brîtanyayê bûn. Piştî tevlêbûna Finlandayê NATO′yê fireh bû û Swêda jî dixwaze tev li NATO′yê bibe. Her wiha hin hewldanên nû yên tevlêkirina Ukraynayê ya nava NATO′yê derketin. Rûsyayê li ser vê yekê, got tevgera wê ya leşkerî ya li Ukraynayê bersiva hewldanên Kîêvê yên li nava NATO′yê ye.

Dirêjbûna şer, firehbûna NATO′yê û zêdebûna hejmara kuştiyên artêşa Rûsyayê, her wiha jidestdayîna herêmên berê di bin serweriya Rûsyayê de, hişt ku helwesta Rûsya û cihê wê yê cîhanê lawaz bibe. Wê yekê jî hişt nakaokiyên mezin di nava artêşa Rûsyayê û serkirdeyê Wagnerê de derkeve. Ji ber wê Yevgeny Prigogine artêşa Rûsyayê tawanbar kir ku sist bûye û çekên zêde ji qada Wagnerê re naşîne.

Dûre xîtaba rêveberê Wagnerê zêde bû û fermandariya artêşa Rûsyayê bi êrişên moşekan li hêzên wî li Ukraynayê tawabar kir. Di encamê de Wagnerê bajarê  Rostov-on ê nêzî Ukraynayê û bajarê Voronezh ê li ser rêya di navbera Rostov û Moskovê de kontrol bike. Lê dûre bi lez ji derdora Moskov û Rostov bi navbeynkariya serokê Belarus vekişî û Prigogine surgunî Belarus bû.

Dê şerê koma Wagner bi Pûtîn re bandorekê li hundir û derveyî Rûsyayê bihêle û dê li hember serokê Rûsyayê krîzeke mezin çêke. Ji bûyerên hefteya borî tê nîşandan dibe ku dîrok careke din xwe li Rûsyayê dubare bike û dibe ku serdema hilweşînê mîna bi Rûsyaya Federal re bûye, dest pê bike.

(bb/fr)

ANHA