​​​​​​​‘Bersiva herî xurt a li hember êrişên dagirkeriyê birêxistinbûna jinan e’

Jinên Heleb û Qamişloyê li dijî êrişên li ser pêşengên şoreşê banga xwebirêxistinkirinê li jinan kir.

​​​​​​​‘Bersiva herî xurt a li hember êrişên dagirkeriyê birêxistinbûna jinan e’
3 tîrmeh, 2023   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Heleb û Qamişloyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û  êrişên li dijî jinên pêşeng şermezar kirin.

Berdevka Nivîsgeha Helebê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Heyfa Hesen êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, qetilkirina hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şermezar kir û got dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya jinan têk bibe.

Heyfa Hesen anî ziman ku rejîma Erdogan bi qetilkirina jinan dixwaze fikrê azad ê jinan bike hedef û diyar kir ku têkoşîna jinan a li hember zilm û koletiyê dê heta mîsogerkirina azadiya tevahî jinan û jiyaneke azad li welatekî azad, dewam bike.

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Sofiya Îsa jî got dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze vîn û israra jinan têk bibe û diyar kir ku bersiva herî xurt a li hemberî êrişên dagirkeriyê birêxistinkirina jinan e.

Jina bi navê Nafiya Elî Hisên a ji navçeya Çilaxa ya Qamişloyê bal kişand ser bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan a li ser jinan û destnîşan kir ku bi saya ramanên Rêber Ocalan jin bûne fermandar, pêşeng û rêveber û di têkoşîna li hember zilm, dîktatorî û zîhniyeta baviksalar de gavên mezin avêtin.

‘ BI HÊZ Û ÎSRARA XWE EM Ê XETA ŞEHÎDÊN XWE BIŞOPÎNIN'

Nafiya Hisên bang li tevahî jinên Kurdistanê kir ku yekitiya xwe ava bikin, xwedî li ramanên Rêber Abdulalh Ocalan derkevin û got: "Bi hêz û îsrara xwe me ê xeta şehîdên xwe tamam bikin û armancên wan pêk bînin."

Nesrîn Ebdulezîz Hemdo diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya têkoşîneke mezin kir û xwe di pirsgirêka azadiya jinan de kûr kir û wiha domand: "Ramanê azad ê Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî jinên cîhanê re bûye rêyek. Lew ra dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan û bi rêya hedefkirina jinên pêşeng rê li ber belavbûna vî ramanî bigire."

Nesrîn soz da ku ew ê têkoşîna li ser xeta şehîdan bidomîne heta ku xeyalên wan ên rizgarkirina tevahî jinên cîhanê ji qeydên zîhniyeta baviksalar rabin.

Emra Hemed Hisên jî soza domandina têkoşînê da û got: "Bila em layiqê mîrasa şehîdan bin ku ji me re hiştiye."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KT_tuzIo5KY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>