​​​​​​​Di 6 mehan de 12 welatî hatin kuştin û 173 hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Efrînê ve, pêkanîna sûcan didomîne. Di 6 mehên pêşîn ên sala 2023'yan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 12 welatî kuştin, 173 welatî revandin û 6 avahiyên mêtingeriyê ava kirin.

​​​​​​​Di 6 mehan de 12 welatî hatin kuştin û 173 hatin revandin
3 tîrmeh 2023   02:06
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Bi destpêkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker re li dijî Efrînê di 20'ê Kanûna 2018'an de, yek ji mezintirîn planên guhertina demografîk li dijî şêniyên kantonê û xwezaya wê pêk hat.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sûriyeyî şêniyên resen ên kantonê kuştin, revandin, destdanîna ser mal û milkan wan talan kirin û fişar li wan kirin da ku koçber bibin.

Di vê raporê de em dê amara sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 6 mehên pêşîn ên sala 2023'yan de li gor agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye parve bikin.

KUŞTIN Û REVANDIN

Sûcên kuştin û revandinê ji aliyê çeteyên dewleta Tirka dagirker û MIT'a wê ve li kantona Efrînê zêde tên pêkanîn ku:

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye di 6 mehên dawîn de 12 welatî, di nav de 4 ji heman malbatê hene, şeva Newrozê (20'ê Adarê) li Cindirêsê hatin kuştin.

Her wiha di 6 mehên dawîn de 173 kes bi bihaneyên nerast û bi armanca girtina fîdyayan li beramber berdana wan, hatin revandin.

BIRÎNA DARAN

Li gor rêxistinê dewleta Tirk a dagirker ji bo ku mêtingehan ava bike, bi zanabûn daran dibire û dike êzing.

Rêxistinê bi bîr xist ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 15 hezar û 500 darên bermehdar mîna zeytûn, gûz, behîv, fêkî, darên daristanî qut kirine. Her wiha zêdetirî hezar darên din birîne. Zêdetirî 70 hiktar zeviyên genim û ceh şewitandine.

6 MÊTINGEH

Heman rêxistinê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker di 6 mehên dawîn de amadekariya avakirina 6 mêtingehan kiriye û ev agahî bi dest xistin:

1-Mêtingeha "Ecnadîn Filistîn"

Dewleta Tirk a dagirker di 4'ê Kanûna 2023'yan de mêtingeha "Ecnadîn Filistîn" li navçeya Cindirêsê vekir ku ew avahî jî bi piştgiriya rêxistina "Ecnad El Îslam" ya filistînî hatiye avakirin û malbatên çeteyên "Ehrar El Şam" di 40 xaniyên wê avahiyê de bi cih bûne.

Erdê ku avahî lê hatiye avakirin di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê de yên rojhilatê Cindirêsê ye, ku xwediyên wê jî Hesen Mecîd û Murad Menan ên ji gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ne. Her du jî bi darê zorê ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûne.

2-Mêtingeha "El Keramê" ya qeterî:

Saziya Xêrxwaziyê ya Qeterê di 12'ê Sibata borî de ragihand ku wê projeya avakirina mêtingeha "Bajarê El Keramê" li navçeya Cindirêsê dest pê kiriye. HInceta wê jî ji nû ve avakirina xaneyên ji ber erdheja 6`ê Sibatê xisar dîtine. Lê piştî ku avakirin bi dawî kir, malbatên çeteyan tê de bi cih kirin.  

3-"Gundê Qeterî 2"

Meclisa Xwecih a Efrînê û Desteya Giştî ya Alîkarî û Pêşxistinê (Ensêr) di 4'ê Gulana borî de mêtingeha "Gundê Qeterî 2" li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa vekir.

4-Çeteyên "Sultan Silêman Şah" mêtingehek li navçeya Mebatayê ava kir û tu agahiyên dîtir li ser nehatin bidestxistin.

5- Komeleya "El Eyedî El Beyda" mêtingeheke din li gundê Şadêrê ava kir.

6- Di çend rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mêtingehek li çiyayê Lêlûn ava kir.

TECAWÎZKIRIN

Her wiha, çavkaniyên ji hundirê kantona Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di kêmtirî hefteyekê de 2 sûcên tecawîzkirinê li dijî 2 zarokên 10 û 14 salî pêk anîn.

Li kantona Efrîna dagirkirî rewşa ewlehî ya xerab û tevlihev serdest e ku kiryarên dizî, talankirin, çêkirin û qaçaxiya narkotîkê belav in.

(mh/şx)

ANHA