Li herêmên hikumeta Şamê dizî zêde bûye

Li herêmên Helebê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de dizî zêde bûye û êdî bi roj jî tê kirin.

Li herêmên hikumeta Şamê dizî zêde bûye
Li herêmên hikumeta Şamê dizî zêde bûye
Li herêmên hikumeta Şamê dizî zêde bûye
Li herêmên hikumeta Şamê dizî zêde bûye
3 tîrmeh, 2023   03:17
HELEB

Li herêmên hikumeta Şamê ewlehî tune ye. Sûc, dizî, talan û tecawiz zêde dibin. Di vê dawiyê de jî hewldanên talan û diziyê li Helebê bêyî tu kes pêşî lê bigire, zêde bûne.

Z.R. jineke ji ber ewlehiyê navê xwe yê rast aşkera nekir, li beşeke taxa Eşrefiyê ya Helebê ya di bin kontrola hikumeta Şamê de, got di Gulanê de dizan hewl da bikevin mala wê, lê piştî dengê bavê wê bihîstine revîn.

Z.R. wiha got: "Li herêmên hikumeta Şamê tevahî gotinên nebaş ji me re tên kirin û em di mala xwe de ditirsin."

Z.R. wiha domand: "Ez û bavê xwe li mal bûn, saet yekê şevê bû. Bi hêdî li derî da. Ji min e birayê min e. Min lez kir û vekir. Min dît jineke 40 salî li pişt derî sekiniye û got kaseke av bide meta xwe ya li jêr. Ji jêr jî deng dihat û ez tirsîm. Nexasim min bihîst dengê lingan tê û hildikişe jor. Ji wan e ez bi tenê me."

Z.R. wiha pê de çû: "Dema bavê min, ji ser balkonê ve bi min re axivî û dengê wî bihîstin. Ew jin û yên pê re reviyan. Min di balkonê re lê nihêrî, min dît 4 ciwan tevî wê direvin.”

Welatiyek li Suryana Cedîde (Suryana Nû) rûniştiye û nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku dema ew û hevjînê xwe li derve bûn dê mala wê berêvarê bihata dizîn û wiha got: "Em berêvarê derketin derve û em hatin, deriyê malê nîvhilkirî ye."

Heman kesê destnîşan kir ku êdî di malan de jî ewlehî tune ye û wiha domand: "Cîranê me got nêzî saet 4′an berêvarê 2 ciwanan hewl dida deriyê malê vekin. Em ditirsin ji malê derkevin û tê de bimînin jî. Êdî heta di malan de ewlehî tune ye. Li herêmên hikumeta Şamê lêpirsîn û hesabkirina dizan tune ye. Li vê dewletê ku ewlehî tune ye, hesabê wan jî nayê dayîn."

Welatiyekî din jî ku nexwest navê xwe aşkera bike û li taxa Şîar a Helebê bi cih bûye, wiha got: "Demeke berê mala min hate dizîn. Dizan tiştên min 2 salan kom dikir, dizîn, her wiha telefona keça min jî dizîn. Di saetên nîvro de dema ez û zarokên xwe li mala xizmên xwe bûn, mala me hate dizîn. Cîranê min berêvarê telefon kir ku deriyê mala we vekirî ye. Ez hatim mal û min dît her tişt tar û mar bûye. Dizan ji bo diziyê her tişt li nava hev xistine. Me li nuqteyeke polîsan gilî kir, lê heta niha tu agahiyên li ser diziyê nehatine. Te gilî kir û nekir wek hev e."

Welatiyeke din a li taxa Suryana Kevn dimîne, got ji beriya 2 salan ve mala wê hate dizîn. Wê demê hevjînê wê gilî kir, lê tu agahî heta niha tu pêşketin nîn in.

(fr)

ANHA