​​​​​​​Wezîrê karên derve yê Urdunê sibe li Şamê ye

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên nêzî hikumeta Şamê sibe bi serdaneke fermî wezîrê karên derve yê Urdunê digihêje Şamê.

​​​​​​​Wezîrê karên derve yê Urdunê sibe li Şamê ye
2 tîrmeh, 2023   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Watan ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên têkildarî wiha nivisî: “Wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Safedî sibe bi serdaneke fermî digihêje Şamê û bi hempîşeyê xwe yê Sûriyeyê Feysel El Miqdad re dicive.”

Her wiha rojnameyê da zanîn ku danûstandinên her du aliyan dê li ser têkiliyên du alî, rêbazên pêşxistina wan û hewldanên dewletên ereb di çarçoveya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê de bin.

(şx)