'Rêbertî 6 saetan ji bo min axivî, lê wekî çend deqeyan bûn'

Bavê şehîd Dilşêr Ehmed Pîrê yê di sala 1986'an de bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin kir, got "Dema min ew dît 6 saetan ji me re axivî, lê ew saet mîna çend deqeyan bûn."

'Rêbertî 6 saetan ji bo min axivî, lê wekî çend deqeyan bûn'
2 tîrmeh, 2023   23:40
KOBANÊ

Bavê gerîlayê bi navê Dilşêr ê ku di sala 2004'an li çiyayê Kurdistanê şehîd bû, Ehmed Pîrê xeyalê xwe yê dîtina Rêber Abdullah Ocalan bi cih anî. Ehmed Pîrê di sala 1986'an Rêber Abdullah Ocalan li Akademiya Mahsûm Korkmaz a Lubnanê dît. Hûrgiliyên hevdîtina yekemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan hîna di bîra Ehmed Pîrê de zindî ne.

Têkildarî hevdîtina yekemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re, Ehmed Pîrê got: "Dema ku Rêbertî derbasî Kobanê bû ez berber bûm. Rêbertî xwe wekî xwendekarekî zanîngehê da nasîn û li taxa me di malekê de dijiya. Piştre min hevalê Cemal (Murat Karayilan) nas kir, têkiliyên me bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê re xurt bûn. Di sala 1986'an de min dest bi çalakiyên siyasî û belavkirina fikrên partiyê kir. Di heman salê de em çûn bajarê Helebê me Rêber Abdullah Ocalan dît."

Pîrê got: "Ya ku hişt ji tevgerê hez bikim û bi kadorên wê ve werim girêdan exlaq û birêxistinbûna wan e. Li Kobanê gelek partiyên kurdî hebûn lê rewşa gelê Kurd ê bindest nedizanîn û di Newrozê tenê de xuya dikirin. Me ew partiyên kurdî didîtin lê me nedizanî çima û ji bo kê merasîmên cejnê li dar dixin."

Pîrê diyar kir ku dema tevgera rizgariya Kurdistanê derbasî herêmê bû, ket dilê hemûyan û wiha domand: “Partiyên kurdî hewl dan tevgerê ji hev bixin, lê ji fikrê wê yê mezin matmayî man. Ne ji tevgerê bûya dê îro Kurd nebûna."

Ehmed Pîrê anî ziman ku kadroyên tevgerê ketin dilê hemû kesên ku wan nas kirine û got: "Em bi şewq li benda dîtina Rêbertî bûn. Her tim daxwaza me dîtina wî bû. Ev xeyal di sala 1986'an de li Akademiya Mahsûm Korkmaz a Lubnanê bi cih hat. Dema min ew dît laşê min ji ber mezinahî û heybeta wî lerizî. Rêbertî 6 saetan ji me re axivî, lê ew saet mîna ku çend deqe bûn, nizanim çawa ew saet derbas bûn."

Têkildarî girîngiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan Ehmed Pîrê ev li axaftina xwe zêde kir: "Fikrê Rêbertî azad e. Lê dijmin di fikr û felsefeya wî de tunebûn û têkçûna xwe dibînin, lew ra hewl didin wî ji me dûr bixin. Lê ev gelê ji fikr û felsefeya Rêbertî vexwariye û ne mimkin e îradeya wî bişkê. Şêniyên herêmê ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew li pey Rêbertiya xwe ne. Dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were dê tevahî planên faşîstan têk biçin û êdî tu şopa wan namîne."

Pîrê bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku armanc ji vê komployê têkbirina hebûna Kurdan e û wiha dom da axaftina xwe: "Fikr û felsefeya Rêbertî li hemberî vê komployê bû bendek. Yên ku fikrê Rêbertî hilgirtiye bi xwe re durist in, ji ber vê yekê em dibînin ku bi mîlyonan azadiya wî ya fîzîkî dixwazin û bi hezaran gerîla li çiyayên Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker disekinin û gelên herêmê diparêzin."

Ehmed Pîrê destnîşan kir ku yên ku ramanê Rêbertî nas dikin ji êrişên dewleta Tirk a dagirker natirsin û got: "Her çiqasî êriş li ser me werin kirn îradeya me qet naşkê. Em hêza xwe ji Rêbrtiya xwe û fikrê wî yê azad digirin. Wê nikaribin me ji Rêbertiya me dûr bixin. Ji ber hezkirina me ya ji Rêbertî re em li hemberî dagirkerên Kurdistanê tê dikoşin."

Ehmed Pîrê di dawiya axaftina xwe de got: "Gelên tîhê azadiyê azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin û ji bo vê yekê dê sînorên çêkirî bişikînin û her tiştî biguherin. Ditirsin ku parêznameyeke nû bikeve destê gel û gel careke din serî hilde, lewra tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dikin, lê nizanin ku Rêbertî felsefeyek ji me re hiştiye ku heta sedan salan têra me dike."

(bb)

ANHA