Hêzên Piştevaniya Lezgîn balafireke artêşa Sûdanê anî xwarê

Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bakurê Xertûmê balafireke şer a artêşa Sûdanê xist xwarê.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn balafireke artêşa Sûdanê anî xwarê
2 tîrmeh, 2023   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Piştevaniya Lezgîn ragihand ku balafireke şer a bi tîpa MIG a artêşa Sûdanê li herêma Kebaşî ya bakurê Xertûmê aniye xwarê.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi daxuyaniyekê ragihand ku balafira artêşa Sûdanê vê sibehê li 3 bajarên Sûdanê tax bombebaran kirin û di encamê de bi dehan sivîl birîndar bûn.

Ji Nîsana borî ve şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dewam dike. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di encama şer de zêdetirî 3 hezar kes hatin qetilkirin û zêdetirî 2 milyon mirov koçber bûne.

(bb)