​​​​​​​Çeteyan cotkarek birîndar kir

Li Serêkaniyê yê dagirkirî çeteyên koma Hemzat li cotkaran xistin û cotkarek birîndar kir.

​​​​​​​Çeteyan cotkarek birîndar kir
2 tîrmeh, 2023   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Hîsan ê Serêkaniyê ya dagirkirî, çeteyan koma Hemzat li cotkarên ku zeviyên xwe av didan xist û gotinên xirab ji wan re kirin.

SOHR da zanîn ku cotkarek û kurê wî hewl dida bi bêran çeteyên êrişkar dûr bixin, lê çeteyên Hemzat gule avêtin û cotkar ji singa wî ve birîndar kir.

Her wiha çeteyekî din ji ber guleyên ketober birîndar bû. Çeteyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Tirkiyeyê.

(bb)