Di êrişên Îsraîlê de leşkerek hat kuştin

Di êrişên artêşa Îsraîlê yên li gundewarên Humis û Tertûsê de leşkerekî Pasdarên Îranê hate kuştin û 8 kesên din birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê de leşkerek hat kuştin
2 tîrmeh, 2023   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişa êvara şemiyê ya Îsraîlê ya li bakurê Humisê de leşkerî Pasdarên Îranê hatiye kuştin û 4 kesên din ên ne ji sûriyeyî birîndar bûne.

Li gorî SOHR, Îsraîlê depoya çekan a li derdora gundê Necmê yê li bakurê rojhilatê bajarê Humisê kir hedef.

Her wiha hate ragihandin ku di êrişa bi moşkan a Îsraîlê ya li dijî baregeha parastina hewayî ya S200 a li herêma Qedmûs a Terûrsê de 4 leşkerên hêzên parastina asîmanî birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR, Îsraîlê di sala 2023'yan de 15 êrişên hewayî û 4 êrişên bejahî li dijî Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de 43 depoyên çekan, baregehên leşkerî, navend û maşîne hatin rûxandin. Di wan êrişan de, 49 leşker hatin kuştin û 50 jî birîndar bûn.  

(bb)